• Monday, 24 June 2024
logo

Şaciwana Iraqê li dijî serxwebûna Kurdistanê ye

Şaciwana Iraqê li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
Bavê şaciwana Iraqê Viyan Amir, kurdekî ji Silêmaniyê ye û dayika wê jî erebê Hileyê ye. Ew bixwe li Bexdayê ji dayik bûye û niha 23 salî ye. Xwendina bilind di beşa jimêryarî, endazyarî û bernamesaziyê de qedandiye. Çavên wê kesk û pora wê qehweyî ye. Bejna wê li gorî bejna jinên Rojhilata Navîn bilind e û 171 santîmetre ye, kêşa wê jî 55 kîlogram e.

Viyan Amir roja 25/05/2017ê weke Şaciwana Iraqê hate hilbijartin û xwîşka wê taca şaciwaniyê dnaî ser serê wê. Xwîşka wê, Sozan Amir di hilbijartinên şaciwaniya Iraqê ya sala 2016ê de weke şaciwan hate hilbijartin. Lê piştî ku zewicî, şaciwana berî ya Iraqê Şeyma Qasim cihê wê girt.

Viyan Amir bi gera bajarên Iraqê dest bi projeyên xwe kiriye. Amir di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa hilbijartin û projeyên xwe dike.

Te çawa biryar da bibî berbijêrê hilbijartinên şaciwaniya Iraqê?

Şaciwaniya Iraqê nimeyîşeke ciwanî, çandî û wêrekî ya jinan e. Weke keçekê iraqî min jî xwest beşdar bibim. Malbata min jî piştgirî dane min.

Bi nêrîna te, mercên şaciwaniyê di te de hebûn?

Belê, mercên şaciwaniyê di min de hebûn. Lewma min xwe kire berbijêr. Bejn, giranî, asta hnerî û wêrekî tev de di min de hebûn.

Xwîşka te şaciwana berî ya Iraqê ye. Amojgariya xwîşka te ya derbarê te de çi bû? Bi taybetî jî dema taca şaciwaniyê danî ser serê te?

Xwîşka min Sozan bêyî cudahî hevkarî û amojgariya hemû berbijêran kir. Wê rola xwe weke şaciwana Iraqê lîst. Heman awayî hevkariya min kir û niha ez sûdê ji ezmûnên wê werdigrim. Hestekê pir xweş bû dema xwîşka min tac danî ser serê min.






Proje û karên te weke şaciwana Iraqê, çi ne?
Piştî bidawîbûna rêwresmê, bi alîkariya hevalên min , projeyên min dest pê kirin. min serdana çend bajarekê Iraqê kiriye. Rojên derbasbûyî li Helebceyê bûm. Ji bo çalakkirina jinan kar dikim. Ji ber rewşa şer, jinên Iraqê di nav rewşeke taybetî de ne. Karên ji bo jinan dê bibe karê min ê sereke. Herwiha dixwazim li dijî hizra tundrewiyê karê hişyarkirina civakê bimeşînim.

Tê gotin, k utu dixwazî beşdarî hilbijartinên şaciwaniya gerdûnê û cîhanê jî bibî. Yek ji mercê beşdarbûna van pêşbirkan ew e, ku divê mayo, an jî cilên deryayê yên tazî bikî berxwe. Tu amadeyî bi van cilan derbikevî pêşiya mirovan?

Belê ezê beşdarî hilbijartinên şaciwaniya gerdûn û dîhanê bibim. Min xwe baş amade kiriye. Dê hevalên min jî beşdar bibin. Lê ne amade me li pêş çavê mirovan wan cilên ser deryayê li ber bikim. Ji bo vê armancê jî min ligel rêveberên rêwresmê axivî û ji wan re got, ku ji ber çand û kultura Iraqê, nikarim van cilan debikevim û nimayîşê bikim. Wan jî ev pêşniyara min qebûlkirin.





Bavê te kurd e, çawa fêrê zimanê kurdî nebûyî?

Belê bavê min kurd e û xelkê Silêmaniyê ye, dayka min ereb e û xelka Hile ye. Ez pir bi şad im ku nasnava min Silêmaniyê ye û ji min re dibêjin Viyan Silêmanî. Lê ez li Bexdayê ji dayik bûm. Kurdî jî dizanim lê pir kêm. Hez dikim bi başî fêrê zimanê kurdî bibim, niha jî ji bo fêrbûna kurdî hewleke cidî didim.

Ji bo zewacê şert û mercên hemû keçan hene. Şert û mercên te yê zewacê çi ne?

Divê rêzdar be, rêzê ji jinan re bigre û di navbera me de jî hezkirin û rêzgirtin hebe. Şertên min ên şûkirinê jî ev in.

Piştî bûyî şaciwana Iraqê, gelo gelek pêşniyarên zewacê bot e hatin?

Belê, gelek daxwaz û xwazgîniyê min hatin.

Referandûm û serxwebûna Kurdistanê, cudabûna ji Iraqê niha mijareke germ a siyasî ye. Weke şaciwana Iraqê û keçekê kurd, nêrîna te ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de çi ye?

Bi nêrîna min divê Iraq yekparçe be û Kurdistan jî beşekê Iraqê ye, ku nayê cihêkirin.

Rudaw
Top