• Monday, 24 June 2024
logo

Dikandarê mêrdînî trimbêla pêşbirkê çêkir

Dikandarê mêrdînî trimbêla pêşbirkê çêkir
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê dikandar Osman Duzenlî yê 46 salî ji perçeyên otomobîlên bûne xurde, tirimbêleke pêşbirkê dirist kir ku xeyala wî bû.

Welatiyê ji navçeya Midyadê Osman Duzenlî tirimbêla di xeyala xwe de ji xurdeyan temam kir û ew tirimpêl ceriband.



Osman Duzenlî diyar kir ku ew du salan mijulê çêkirina tirimbêlê bûye û derdora 10 hezar lîreyî tirkî (3 hezar û 500 dolar) lê xerc kiriye.

Duzenlî tirimbêla xwe ceriband û got: “Ji zarokatiya min ve, ev xeyala min bû. Min dikir nekir derfet ji bo min çênedibî. Navê tirimpêla min Mezopotamya ye. Min xwest nav ji vê herêmê be. Kelecana xelkê Midyadê ji ya min zêdetir e. Demekê min xwest ez dev jê berdim, çimkî pirsgirêkên wê hebûn. Lê min dît ku xelkê Midyadê gellek dixwaze ez temam bikim. Min jî got; ev kar ji min derketiye û divê ez dê ji bo xatirê xelkê Midyadê çê bikim.”



Dikandar Osman diyar kir ku gelek projeyên wî hene û wiha domand: “Heger temenê min têrê bike û derfet hebe ez dixwazim gelek projeyên din bicî bikim.”

Rudaw
Top