• Monday, 24 June 2024
logo

Kurdekî bi çêkirina goşt di asta cihanê de nav daye

Kurdekî bi çêkirina goşt di asta cihanê de nav daye
Di asta cihanê de gellek kurdên navdar hene, lê ew amaje bi kurdbûna xwe nakin. Yek ji wan jî Nusret Gokçe ye. Nusret Gokçe ku bi şêweyên cuda yên çêkirina goştî bûye fenomen, kurdekî Bakurê Kurdistanê ye.

Tîma Rudawê jî seredana gundê Nusret Gokçe kir. Kesûkarên Nusret Gokçe bi temamî kurdîzan in. Bavê wî jî her çend kurdiyeke fesîh dizane lê dîsa jî bi tirkî qise dike.

Nusret Gokçe ji gundê Bêrdêkê ye ku hikumetên Tirkiyê nave gund guheriye û kiriye Paşali. Bêrdikê girêdayê navçaya Oltilyanê ye û navê Oltilyanê jî bûye Şenkaya. Herêm bi ser parêzgeha Erzîroma Bakurê Kurdistanê ye. Bêrdêk gundê hosteyê goştî yê navdar û fenomenê internetê Nusret Gokçe ye. Kesûkarên Nusret li vî gundî dijîn û hemû jî bi kurdî diaxivin.

Xaltiya Nusret a bi nave Kîraz Vergul ji Rûdawê re wiha got: “Nusret gundiyê me, ew Nusret lawikê Faîq e. Nevîyê xesûya min Emînê ye, digotinê Tetê. Torinê Aso ye. Nusret Kurd e Kurd. Elkiyê xwe jî kurd in. Apê xwe jî kurd in. Di her du aliyan de jî Kurd e. Hemû Kurd in.”

Xaltiya Nusret Yaşar Vergul jî got: “Wan hemî bi keda destê xwe kar kirin. Bavê xwe hilda û çû. Hê zarok bûn çûn û ji xwe re xebitîn.”

Gundîyên Nusret Gokçe bi taybetî amaje bi wê yekê dikin ku ew Kurd in Nusret li gundê Bêrdike heta du saliya xwe jî li heman gundî maye. Niha jî pismamên wî li xaniyê Nusret jidayîk bûye dijîn.

Pismamê Nusret ê bi nave Şevket Gokçe jî anî ziman: “Nusret kurê apê min e. Nusret wan salên heştî ji vir bar kirin û çûn. Çûn stenbolê ketin Gunaydinê li cem bavê xwe xebitî. di karê xwe dewam kirin û îro jî gehiştin vê derecê.”

Pismamê wî Mihemed Gokçe diyar kir ku ew ji wî gelek hez dike û wiha got: “Em kurê apê hev in. Lê ew niha li Stenbolê ne em jî li gundî ne.”

Hecî Adil Gokçe ku xizmê wî ye dibêje: “Nusret di kelfetiya xwe de feqîr bû. Li vî xanî de mezin bû. Ez jî dikancî bûm. Navê min Hecî Adil e ew min nas dikin. Faîq hevalê min e. Dihatin dikanê min çay û şekir bi deyn dibirin û diçûn. Niha jî maşallah hatiye zîrvê.”

Nusret Gokçe car caran jî piştgiriya projeyên xizmetguzariyên gundê xwe dike. Derî dawî Nusret li gundê bineşeya kulliyeke avêtiye. Babê wî Faik Gokçe jî şanaziyê bi kurê xwe dike.

Bavê Nusret, Faik Gokçe jî got: “Nusret dema li gundî bû 2-3 salî bû. Paşî min ew hildan û ez çûm. Dibe ku ew gundiyên xwe baş nas neke jî. Di karê xwe de gellek baş bû. Guh ne dida gotinên xelkî. Car caran telefonê dike û bi seyarê min dibe dukanê û li wir xwarinê dixwem.”

Nusret Gokçe bixwe ji ber bernameyên xwe nekare zêde seredana gundê xwe bike lê ew gellek caran bi rêya telefonê peywendiyê di gel xelkî gundî dike.

Nusret Gokçe jî got: “Ez spasiya hemû kesê dikim. Min pirr dixwest ez di vê bernemaya fitarê de amade bim. Lê mixabin min ji ber kar mecal nebû. Dubare sipas bo we hemûyan.”

Nusret bi tayebtî bi çêkrina şêweyên cuda ya goştî hem li Tikriyê û bakurê kurdistanê hem jî di asta cihanê navbang e.

Rudaw
Top