Li hember penceşêra memik dermaneke nû hate peydakirin
![Li hember penceşêra memik dermaneke nû hate peydakirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/307602Image1.jpg )
Du ezmûnên li Brîtanyayê hatine kirin, diselmîne ku çend grûbên dermanên nû dikarin bi awayeke çalaktir pêşiya bilez belavbûna penceşêra memik bigrin. Ev derman di dema herî dijawar a vê nexweşiyê de jî bi bandor dibe.
Li Brîtanyayê zêdetirî 6 hezar jin tûşê nexweşiya penceşêra memik a asta herî pêşketî bûne ku ji vê astê re BRCA-2 tê gotin. Ev derman dikare heta 7 mehan jî pêşiya belavbûna penceşêrê bigre û kontrola çareserkirina kîmyayî hêsantir bike.
Nexweşiya penceşêra memik di 2 grûban de tên cihêkirin. Grûba BRCA -1 û BRCA-2.
Li gorî nûçeya rojnameya Daily Telegraph, dê ev lêkolîn û peydakirin, di Konferansa Komeleya Pizîşkên Penceşêrê ya li Şikago ya Amerîkayê were pêşkeşkirin.
Rudaw