• Sunday, 30 June 2024
logo

Fransa pêşwaziya biryara Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina jivanê piroseya hilbijartinan dike

Fransa pêşwaziya biryara Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina jivanê piroseya hilbijartinan dike

Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê pêşwaziya biryara Serokê Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina jivanê piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike.

Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê îro (Pêncşem, 27.06.2024) pêşwaziya ragehandina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li roja 20.10.2024ê kir.

Konsulxaneya Giştî ya Fransayê di beyannameyeke fermî de amajeyê dide, “Fransa piştevaniya kirina piroseya hilbijartinan bi awayekî azad û dadperwerane dike.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li roja Çarşemê, 26.06.2024, di konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li dû benda duyê, ji madeya dehê, ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmar yek a 2005ê ya edilandî, biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê da, ku diyarkirina roja 20.10.2024ê ye wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistana Îraqê.

Her li dû wê fermana Serokê Herêma Kurdistanê, tevaya aliyên peywendîdar bi bicihanîna karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna vê fermanê pabend dibin.

Her wê rojê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî jî di derheqa destnîşankirina roja hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de ragehand, “Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan pêşwaziya jivanê diyarkirî yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike, ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin.”

 

K24

Top