• Monday, 24 June 2024
logo

Li hember penceşêra memik dermaneke nû hate peydakirin

Li hember penceşêra memik dermaneke nû hate peydakirin
Pizîşkên brîtanî radigihînin, sîstemeke nû ya dermanan peydakirine, ku pêşiya bilez belavbûna penceşêra memik digre û mirinê dereng dixe.

Du ezmûnên li Brîtanyayê hatine kirin, diselmîne ku çend grûbên dermanên nû dikarin bi awayeke çalaktir pêşiya bilez belavbûna penceşêra memik bigrin. Ev derman di dema herî dijawar a vê nexweşiyê de jî bi bandor dibe.

Li Brîtanyayê zêdetirî 6 hezar jin tûşê nexweşiya penceşêra memik a asta herî pêşketî bûne ku ji vê astê re BRCA-2 tê gotin. Ev derman dikare heta 7 mehan jî pêşiya belavbûna penceşêrê bigre û kontrola çareserkirina kîmyayî hêsantir bike.

Nexweşiya penceşêra memik di 2 grûban de tên cihêkirin. Grûba BRCA -1 û BRCA-2.

Li gorî nûçeya rojnameya Daily Telegraph, dê ev lêkolîn û peydakirin, di Konferansa Komeleya Pizîşkên Penceşêrê ya li Şikago ya Amerîkayê were pêşkeşkirin.

Rudaw
Top