• Monday, 24 June 2024
logo

Xweşnivîsekî kurd ji aliyê Erdogan ve hate xelatkirin

Xweşnivîsekî kurd ji aliyê Erdogan ve hate xelatkirin
Xweşnivîsekî ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Elî Hesen Zeman, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve hate xelatkirin.

Elî Hesen Zeman hemwelatiyekî ji navçeya Ranya ya Silêmaniyê ye, di pêşbirka “Hîlye-î Şerîf” a Stenbolê de, serkeftin bidest xist. Zeman xelata xwe ji destê Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan, wergirtin.

Elî Hesen Zeman di sala 2016ê de, di pêşbirka Xweşnivîsa Cîhanî ya Sefîr a li bajarê Necefa Iraqê de jî bibû yekemîn.

Rudaw
Top