• Monday, 24 June 2024
logo

Serokê Fînlandiyayê ‘Xelata Rêzgirtinê’ da koçberekî kurd

Serokê Fînlandiyayê ‘Xelata Rêzgirtinê’ da koçberekî kurd
Serokê Fînlandiyayê hefteya derbasbûyî “madalyaya rêzgirtinê” da koçberekî kurd û ev nûçe bû manşeta rojnameyên vî welatî.

Hefteya derbasbûyî Serokomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö xelata azabûn û rêzgirtinê da 13 kesên li welatê xwe. Ev xelat her sal weke nerîtekî nîştîmanî digihe destê wan kesan ku jiyana mirovan ji mirinê rizgar kirine. Îsal di nav xelatkiriyan de penaberekî kurd jî hebû.

Elî Rezgeyî, ku weke Şivan jî tê naskirin, li Fînlandiyayê penaber e. Elî beriya 2 salan jinekê fînlendî ji êrîşa zilamekî rizgar kir. Ji ber vê yekê ji aliyê serokomar ve weke “Qehremanê Fînlandiyayê” hate xelatkirin.

Elî Rezgeyî xelkê Herêma Kurdistanê ye û di sala 1994ê de çûye Fînlandiyayê. Elî Rezgeyî bi şanazî behsa rizgarkirina wê jina fînlendî dike û dibêje: “Ez kurd im, min gelek şer dîtine û gelek rewşên wiha biser min re derbas bûne.”

Piştî wergirtina xelata xwe, di hevpeyvîneke ligel rojnameya Ilta-Sanomat a fînlandî de Elî Rezgeyî dibêje: “Herdem min hes kiriye alîkariya mirovan bikim û di rewşên wiha de alîkariyê bidin polîsan.”

Elî Rezgeyî niha li bajarê Turkuyê dimîne û xwediyê xwaringehekê ye.

Azad Nadir ku hevalê Elî ye, ji Rûdawê re ragihand: “Elî ji aliyê xelkê vet ê naskirin û heskirin. Piştî rizgarkirina wê jinê, niha zêdetir tê naskirin û tê tê heskirin.”

Nadir herwiha got: “Piştî wan bûyerên nerênî yên ku kurd û biyaniyên Fînlandiyayê şermezar kirine, helwesta Kekê Elî serê me bilid kiriye.”

Li gorî gotina Azad Nadir, zilamek êrîşê jinekê dike û wê birîndar dike. Elî Rezgeyî rastê vê êrîşê tê û wê jinê ji destê êrîşkar rizgar dike.

Bajarê Turkuyê dikeve bakûrê rojavayê Fînlandiyayê û hejmareke zêde ya kurdan li vî bajarî dijîn. Turku yekane bajarê Fînlandiyayê ye, ku du endamên kurd ên şaredariyê hene.

Rudaw
Top