• Monday, 24 June 2024
logo

Werzişvanê Kurd ji bo Azerbaycanê medala bronzê qazanc kir

Werzişvanê Kurd ji bo Azerbaycanê medala bronzê qazanc kir
Werzişvanê Kurd ê tîma zoranbaziya Azerbaycanê, Sebah Şerîetî di Kûpaya Hevkariya Îslamî de ku li Azerbaycanê birêve diçe, medala bronzê bi dest xist û pileya sêyem wergirt.

Sebah Şerîetî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, lê belê niha ji bo tîma Zoranbaziya Azerbaycanê di yarizên werzişî de diçe pêşbirkan.

Şerîetî di olempiyada sala bihorî ya li Rio ya Brazîlê (Rio 2016) di wezna 130 kg de û di nava 19 werzişvanan de, karî pileya sêyem bi dest bixe û medala bronzê werbigire.

Ew werizşvanê Kurd 27 salî ye û zêdetir ji 10 salan e ku werzişa zoranbaziyê dike. Sebah Şerîetî çend sal berî niha ber bi Azerbaycanê ve koç kir û weke yarîzanê tîma wî welatî dest bi kar bû.

Kûpaya welatên endamên rêxistina Hevkariya Îslamî, di 12ê Guana 2017ê de li Baku ya paytexta Azerbaycanê dest pê kir û heta 22ê Gulanê berdewam dibe.

Di wê kûpayê de, werzivanên 46 welatên îslamî beşdar bûne.

Rudaw
Top