• Monday, 24 June 2024
logo

Pitiriya wan kesên tûşî nexweşiya Zehaymerê dibin Jinin

Pitiriya wan kesên tûşî nexweşiya Zehaymerê dibin Jinin
Amaran wisa diyardikin ku rêjeya ew Jinên tûşî nexweşiya Zehaymerê di

Nexweşiya Zehaymerê
zehaymer berbelavtirîn curê nexweşiyê ye kartîkirinê li wan beşên mêşkî diket yên ku beşdariyê di prosêsa ziman û rewşit û biriyar û mîmurîda dike, pitiriya tuşbuyên vê nexweşiyê dinav bera jiyê 75 -85 salyêdane û kêm caran tuşî mirovên di jiyê 40 salyêda dibe, curê nexweşiyê û pêjveçuna wê li gorey kesê nexweş ciyawaze

bin li ser rêjeya Zelaman ketîye

Vekolîneka nû ji aliyê vekoleran ve hatiye aşkerakirin li Zankuya (Stanford Universitiy) , ew Jinên tûşî nexweşiya Zehaymerê dibin rêjaya wan pitire jiya Zelaman, evji vedgere ji bo wê çendê ku Jin pitir ji Zelaman dijin

bi berawirdîya cînatan û baylucî kartêkirinê li pîratîya jinê dike, dîsan serbarkên jiyana ciyawaz ewa Jin li dûf diçe dibe egerê blindibûna metirisiyê ku tûşî nexweşiya bibin, dîsan kartêkrinê li çareserîya wan jî dike .

Vekolera serekî ya vê Vekolînê D. Marya Karîlo(Maria Carrillo) aşkerakirîye ku hindek belgeyên bayolocî hene ku bûme diyardiken ewên tuşî vê nexweşîyê dibin pitrîya wan jnin û rêjeya Zelaman bo tûş bûna vê nexweşîyê ya kême, lê vekoler pêdivî bi divçuna naf kûratîya heye daku wan egerên li pişt vê nexweşiyê aşkera biken .

Herwisan xwandinên kevin amaje bi wê yakê dabûn, ku rêjeya wan jinên tûşî nexweşiya Zehaymerê dibin piştî jiyê 65 salîyê ye ev rêjeye bilind dibe durên 1-6%, lê li def Zelaman ev rêjeye bilindibît durên 1-11% , belê ev hijmare amajê bi wê yekê dide ku zelam pitir ji jinan tûşî vê nexuşiyê dibin , lê jiberku jin bo maweyekê dirêj dijît, lewra rêjeya vê nexweşîyê li def jinan mezintire .

Dîsan vekoleran amaje bi hindê da ye ku Jin pitrij Zelaman dijît nêzîkî çwar heta pênc salan, nexweşîya Zehaymerê ew 20 sal bu berî bihêt dest nîşankirin hebû, lê ef nexweşîye bi şêweyekê mezin şûnwarên xwe li def jinê dihêle, zêdebarî çûna wê di qûnaxeka bi zehmet da ew jî qûnaxa rawestana Adeya mehane.

Herwisan vekoleran ew jî zêdekrîye hebûna belgeyan li dor xrabîya barê saxlemî ya jinê dema tûşî nexweşya Zehaymerê dibe ku bi şêweyekê mezin cyawazî heye digel zelaman, dîsan di pişknînan da diyarbe ku qebareyê mejî beref bçûk bûnê ve dçe.

vekoler şyan piştî vekolînê nêzîka 8,000 kesan ji wê cînê dest nîşankin yên bûye egerê bilindkirina metirisîyê bi nexweşiya Zehaymerê, digutin ApoE-4, karê vê ewe ku rêja vê nexuşîyê kêm bike li def afretan .

War,tv
Top