Bi duçerxa xwe çû 100 welatan û hate Kurdistanê
Yvan Charles Perisse 40 salî ye û hemwelatiyê Fransayê ye. Yvan bi duçerxa xwe li welatên cîhanê digre. Herwiha niha dixwaze piraniya bajarên her sê parçeyên Kurdistanê bibîne.
Yvan Charles Perisse dibêje: “Zêdetirî 100 welatan geriyam. Bi duçerxê çûme hemû deran. Hinek geştên min salek berdewam dibin. Hinek jî 2 sal an jî 3 sal jî dajon. Ev saleke derketime geşta xwe ya dawîn.”
Yvan Charles Perisse di geşta xwe ya vê carê de gelek welatên din geriyaye û hatiye Rojhilatê Kurdistanê, ji wir re jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye. Niha jî ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê dibe.
Geştiyar Yvan Charles Perisse dibêje: “Ez ji bajarê Merîwanê ve hatime vê derê. Merîwan cihekî pir xweş bû û mirov hest bi aramiyê dike. Ez dixwazim Kurdistanê bibînim. Ji vir derbasî Tirkiyê dibim. Dixwazim gelek deveran bibînim. Hûn mirovên pir baş in eyy gelê kurd.”
Ji bo geştkirinê Yvan Charles Perisse hemû pêwîstiyên xwe hildaye gel xwe. Ji bo razanê kîsekê xewê î ligel e û li ku derê biweste li wir dimîne.
Yvan Charles Perisse ev yek ne veşart, ku jiber aloziyan naxwaze here Bexdayê, herwiha ji ber şer naçe Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî.
Rudaw