• Monday, 24 June 2024
logo

İselin Shumba ji bo projeyekê tê Kurdistanê

İselin Shumba ji bo projeyekê tê Kurdistanê
Xanima aktrîst û berhemhênera norveçî İselin Shumba bi niyete di çarçoveya projeyeke alîkariya zarokên koçberan, serdana Başûrê Kurdistanê bike.

Derbarê vê yekê de Shumba ji Rûdawê re ragihand: “Bi armanca pêkanîna projeyeke derbarê zarokên koçberan de, di demekê nêzîk de dixwazim serdana Kurdistanê bikim.”

İselin Shumba da zanîn, ku dê li Kurdistanê serdana kampên koçber û penaberên Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û Iraqê bike.

Herwiha xanima aktrîsta norveçî got: “Gelek hevalên min ên kurd hene. Lewma derbarê Kurdistanê de xwediyê zanyariyên baş im. Pêkanîna vê projeyê jî ji bo min pir giring e. Ji bo vê ez ligel kesên şareza şêwirî me.”

Shumba diyar kir, ku di dema serdana xwe de dê çalakiyên wan ên hunerî ji bo zarokan hebin, bi şano û skêçan hewlbidin zarokan bikenînin, fêrî wênekişan û nexşandinê bikin.

Rudaw
Top