• Monday, 24 June 2024
logo

Atletico Madrîd biserket lê Real Madrîd derbasî fînalê bû

Atletico Madrîd biserket lê Real Madrîd derbasî fînalê bû
Di pêşbirka nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya ku du tîmên îspanyol hatin pêşberî hev de Atletico Madrîdê, Real Madrîd 2-1 bir. Vê skorê têra Atletico Madrîdê nekir û ji ber skora pêşbirka ewil Real Madrîd derkert fînalê.

Pêşbirk li stada Vîcente Calderonê hat leyîstin.

Atletico Madrîdê di xuleka 12emîn de bi gola Saul Nîguez ket pêşiyê. Piştî vê golê di xuleka 16aemîn de bi gola Antoîne Grîezmann skor kir 2-0.

Di nîva duyemîn a pêşbirkê de Real Madrîdê di xuleka 42emîn de bi gola Îsco skor kir 2-1.

Pêşbirk bi vê skorê xilas bû Real Madrîd derket fînalê û bû reqîbê Juventusê.

Rudaw
Top