Hawking: 100 sal temenê mirovatiyê maye
Profesor Stephen Hawkîng ku piştî Albert Einsteîn wek fîzîkzanê herî mezin tê dîtin, peyamek da mirovatîyê û bal kişand ser kurtbûna temenê dinya û mirovatîyê. Hawkîng, hevpeyvînek bi BBC re kir û bal kişand ser nexweşî û pirsgirêkên dinyayê.
Li gor Hawkîng, germbûna hewayê, xweguhertina demsalan, zêdebûna nexweşîyan û zêdebûna nifûsê dinyayê tehdît dikin û temenê wê kurt dikin. Li gor Hawkîmg, tenê 100 sal ji dinya û mirovatîyê re maye. Di nava vê sedsalê de heke mirovatî ji xwe re war, gerstêrk yan dinyayek nû nebîne, wê têk biçe û wê neslê mirovatîyê biqele.
Stephen Hawkîng, di daxuyanîyên xwe yên berê de temenê dinya û mirovatîyê hezar (1000) sal daxuyandibû. Lê çima Hawkîng temenê mirovatîyê ji hezar salî daxist sed salî kes nizane.