• Monday, 24 June 2024
logo

Şaciwana Zanîngehên Silêmaniyê hate hilbijartin

Şaciwana Zanîngehên Silêmaniyê hate hilbijartin
Şaciwana zanîngeha û peymangehên Silêmaniyê bi merasîmeke taybet hate hilbijartin.

Şeva Şemiyê 06-05-2017, li bajarê Silêmaniyê ji bo hilbijartina Şaciwana Zanîngeha û Peymangehên Silêmaniyê merasîmek hate sazkirin.

Ji bo vê pêşbirkê 4 xwendekaran xwe weke namzet destnîşan kiribû. Piştî nimayîş û axaftinan, xwendevana qonaxa 4emîn a Koleja Bazirganî ya Zanîngeha Silêmaniyê Şinirwê Selîm, ji aliyê desteya dadweran ve weke şaciwan hate hilbijartin û taca şaciwaniyê wergirt.

Şaciwan Şinirwê Selîm ji Rûdawê re ragihand, ku dê piştî hefteyekê dest bi projeyên xwe bike û karê wê yê yekemîn jî ji bo alîkariya zarokên li kolanan û yên parsekiyê dikin, ragihandina helmetekê be.


Rudaw
Top