• Monday, 24 June 2024
logo

2 werzîşvanên leşciwanî yê kurd diçin Moxolîstanê

2 werzîşvanên leşciwanî yê kurd diçin Moxolîstanê
Di dîroka werzîşa Iraqê de yekemîn car 2 werzîşvanên leşciwaniyê yên di stayla Bodî Klasîk de, dibin nûnerê Iraqê û beşdarê Şampiyoniya Asyayê dibin.

Werzîşvanê leşciwaniyê Sertîp Salih, ji Rûdawê re got; “Şampiyoniya Leşciwaniya Asyayê dê roja 17ê Gulanê li Moxolîstanê birêve biçe. Bi vî armancî ev demeke dirêj e min rahênanên xwe zêde kirine.”

Sertîp Salih da zanîn, ku ew dê milbimilê werzîşvanê kurd, Omer Feyselê palewan beşdarî hilbijardeya Iraqê bibin.

Sertîp Salih 3 salan li pey hev di asta Iraqê de pileya yekemîn bidest xistiye, li Kurdistanê jî xwediyê bi dehan madalya û bawrnameyên cur bicur e.

Rudaw
Top