• Friday, 22 November 2024
logo

Neviya Sedam: Nêzîktirîn hevalên min Kurd in

Neviya Sedam: Nêzîktirîn hevalên min Kurd in
Neviya Serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên a dîzaynera cilûbergan Beanan Hisên Kamil dibêje nêzîktirîn herdû hevalên wê Kurd in.

Beanan Hisên Kamil ku bavê wê ji aliyê bapîrê wê Sedam Hisên ve hatiye kuştin diyar kir ku ew ji raboriya bapîrê xwe şanaz e.

Kamil li Emana paytexta Urdinê di 4emên Festîvala Qendîl de weke baştirîn dîzaynera cilûbergan hat destnîşankirin.

Dîzaynera modayê neviyê Sedam Hisên li Emanê pirsên Rûdawê bersivandin.

Tu wekî dîzaynereke Iraqî çavkaniyên tê yên dîzayneriyê çi ne?

Ji zarokatiyê ve min ji dîzayneriya cilûbergan hez dikir. Min tiştên dîzayn dikirin nedifirotin, têne ji bo xwe çêdikir. Pişt re min biryar da ku ez bi awayekê profesyonel vî karî bikim. Piştî wê biryarê jî ez gihîştim armancên xwe yên siberojê.

Te çawa biryar da ku tu karê dîzayneriyê bikî?

Dema ku ez xwendekar, mamosteyê me xwest her kes projeyekê amade bike. Min jî ji bo projeya xwe kirasek dîzayn kir. Ji wê rojê şûn de min zêdetir girîngî bi karê dîzayneriyê da.


بەنان حوسێن کامل، دیزاینەری جلوبەرگ و نەوەی سەدام حوسێن

Tu neviyê Serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên î, te çawa dest bi karê dîzaynkirina cilûbergan kir?

Rêyên karkirina bav û bapîrê min gelek zelal û diyar bûn. Lê belê rola dayîka min zêde girîng bû. Dayîka min di karên cur bi cur de dixebitî. Bi xwe jî dîzaynkareke jîr bû. Yekêm wê kurs da min.

Bav û bapîrê min jî her tim rêz digirtin ku em çi bixwaz û çi bikin. Ev hemû bû sedem ku ez vê pîşeyê bikim.

Ev karê tu dikî, ma nabe sedem ku tu ji raboriya siyasî ya malbata xwe dûr bikevî?

Na, bi ti awayî. Ez bi raboriya siyasî ya malbata xwe şanaz im. Ez bi bav, bapîr û xalên xwe serbilind im.

Di nav dîzaynên tê de kiras û cilûbergên Iraqî hene?

Bi rastî ez zêdetir li ser rengan dixebitim. Ez kar li ser cilûbergên netewî nakim, lê belê di paşêrojê de ez dikarim li ser cilûbergên netewî jî kar bixebitim.

Bêguman te cilûbergên kurdî dîtine. Gelo tu difikirî di rojên paştir de cilûbergên kurdî jî dîzayn bikî?

Kurd beşekê ji me ne û ew xûşk û birayên me ne. Ez her tim wan dişopînim. Cilûbergên kurdî li min gelek ciwan tê. Nêzîktirîn dû hevalên min kurd in. Ji ber vê yekê ez baş kultura kurdî nas dikim. Ez gelek dixwazim rojekê cilûbergên kurdî dîzayn bikim. Ez dixwazim sirûşta Kurdistanê bi cilûbergên kurdî bidim xuyandin.

Dayîka te alîkariya te dike?

Her tim piştgiriya min dike û alîkariyê dide min. Ji bo ku ez netirsim cesaretê dide min. Ez her karê xwe ji dayîka dipirsim. Lê di karê dirûnê de alîkariya min nake, ez bixwe cilûbergan didirûm.



Tu rewşa siyasî ya Iraqê dişopînî?

Hemû caran naşopînim, lê her bûyera li welatê min rû dide ji bo min girîng e. Ez dixwazim di nûçeyan de dîmenên herî ciwan ên Iraqê bibînim, lê tiştên heta niha min derbarê welatê xwe de bihîstine min xemgîn dike. Ez hêvî dikim ku tiştên xweş derbarê Iraqê de bibîhisim.

Tu dixwazê di demên paştir de bi karên siyasî ve mijûl bibî?

Malbata min mezin e û bi siyasetê re eleqeder e. Niha daxwazeke min a wiha nîne lê ne diyar e ku di rojên paştir de çi rû dide.

Peywendiyên bapîrê te bi neviyên wî re çawa bû?

Ji bo min bapîrekî gelek baş bû. Her çi qasî piranî bi rêveberiya welêt re mijûl dibû jî lê bi me re jî eleqeder dibû û ji hemû tiştên me agahdar bû.

Peywemdiyên te li gel dapîra te çawa bû?

Ew ji bo min gellekê girîng e. Ew jineke bihêz û nimûne ye bo min.

Tu dixwazî rojekê vegerî Iraqê yan jî serdana wê bikî?

Teqez ez dê demên bê de serdana Iraqê bikim. Ew der welatê min e. Ez dixwazin Iraq bibe welateke dadperwer, aram û di navbera ti pêkhateyan de cudabûn nebe.

Dibe ku hikûmeta Iraqê niha yan jî paştir rêgiriyê li ber ti bigire daku tu neçî Iraqê?

Niha jixwe astengî hene ez bikevim Iraqê.



Baş e, tu dixwazî serdana Herêma Kurdistanê jî bikî?

Kurdistan a me ye, yanî beşek ji Iraqê ye. Bêguman heger jiyana min bê parastin ez dixwazim serdana Kurdistanê bikim. Çimkî baş dizanim eger parêzvanên mib nebe dibe ku ji ber tiştên ez behsê dikim jiyana min bikeve metirsiyê.

Niha li Herêma Kurdistanê hewlek bo ragihandina dewleteke serbixwe heye, tu wekî neviya Sedam Hisên dixwazî Herêma Kurdistanê bibe serbixwe?

Me her tim piştgiriya Kurdan kiriye. Wekî ku min gotî em xûşk û birayên hev in. Me cejna Newrozê bi hev re pîroz dikir. Ji ber ku ev mijareke siyasî ye ez naxwazim şîrove bikim. Ez hêvî dikim ku li tevahiya Iraqê aramî pêk be û xelk jî bi azadî bijî.

Rudaw
Top