Messî cêwiyê xwe yê îranî vexwende Barcelonayê
Reza Brîstîş ji Ajansa Fars a îranî re ragihand, wî vexwendina Messî qebûl kiriye û dê vê hefteyê here Barcelonayê.
Brîstîş got; “Dê Messî li Barcelonayê pêşwaziya min bike, ezê vê heftê herim û wî bibînim.”
Reza Brîstîş, ku gelek dişibe Lîonel Messî, wêneyên xwe yên bi formaya Arjantînê liser torên civakî parvekirin. Hevşibandina wan di demekê kurt de li seranserê cîhanê deng veda.
Beriya niha rojnameya AC ya îspanî ragihandibû, ku dibe Messî bixwaze Reza bibîne.
Rudaw