• Sunday, 23 June 2024
logo

Du geştyarên navdar bi motorên xwe li Kurdistanê digerin

Du geştyarên navdar bi motorên xwe li Kurdistanê digerin
Du kesên ewropî ku yek ji wan filîmsaz û aktor e û yê din jî serkêş e, hatine Başûrê Kurdistanê bi motorsîkletê seredana navçeyên geştiyarî dikin. Billy û Claudio dibêjin, wan xwestiye di vê geşta xwe de kultûra kurdî û şêwaza jiyana kurdan ji nêzîk ve nas bikin. Herwiha balkişandine ser wê yekê, ku ew piştevaniya “Serxwebûna Kurdistanê” dikin ji ber, ku serxwebûn mafê kurda ye.

Du edvançerên ewropî ligel derhênereke kur, di geşteke 10 rojî de serdana Başûrê Kurdistanî kirin. Armanca geşta wan nasandina cihên geştiyarî yên Kurdistanê û gelê kurd e. Lê dibe ev geşt û proje bereferehtir be û kesanên navdar ên cîhanê jî di geştên din de ligel xwe bînin.

Herdu geştiyar di cîhanê de bi geştên xwe yên liser motorsîkletê tên naskirin. Ew serdana cihên lakêş dikin. Niha li bajarê Duhokê ne û dixwazin serdana çendîn cihan bikin.

Yek ji wan Billy Word e û ji Kurdistan û reftara gelê kurd sersam û matmayî bûye. Bily dibêje; “Me berî plan danî bû û em niha li vir in. me divê Kurdistanê û xelkê wê nas bikin, serdana cihan bikin. Ez dibêjim nêrîna me erênî bû.”

Claudio von Planta fîlmaz û aktor e, mijara serxwebûna Kuridstanê dilê wî xweş dike û gelê kurd hêjayê dewleteke serbixwe dibîne.

Claudio von Planta dibêje; “Ez ji Swîsrê hatime. Em bi şans in, ku beriya çendîn salan me serxwebûna xwe wergirtiye. Mijara serxwebûna Kuridstanê jî dilê min xweş kiriye. Ez hes pê dikim, ku gelê Kurdistanê hêjayê serxwebûnê ye.”

Derhênerê kurd Key Behar jî ji bo amadekirina fîlmekê ligel wan kar dike û herwiha Kurdistanê û gel3e kurd bi wan dide nasîn.

Geşta vî tîmê dê 10 rojan bajo. Ew difikirin, ku geşta xwe ya careke din berferehtir bikin.

Rudaw
Top