Şaciwana Rojhilata Navîn pir mijûl e
Derbarê serdana xwe de Jale Tofîq ji Rûdawê re got; “Heyama geşta min a ji bo Kuridstanê pir kurt bû. Lê pir bi kar û bi berhem bû. Ez jiber karên xwe serbilind im, ku di vê heyamê de min serdana zarokên nexweş ên penceşêrê û Germiyanê kir.”
Jale dibêje, jiber kar û projeyên xêrxwazî dema wê nebûye ku ligel malbata xwe bimîne û dema xwe bide xizm û nasên xwe.
Şaciwana Rojhilata Navîn dixwaze beriya temambûna dema şaciwaniya xwe çend karên din ên xêrxwazî bike.
Jale Tofîq diyar dike; Nasnava Şaciwana Rojhilata Navîn deriyek ji bo min vekir da ku bikarim ji bo berdewamkirina karên xwe pirekê bihêz avabikim.”
Rudaw