• Friday, 22 November 2024
logo

Şaciwana Rojhilata Navîn pir mijûl e

Gulan Media April 26, 2017 Corane
Şaciwana Rojhilata Navîn pir mijûl e
Şaciwana sala 2016ê ya Rojhilata Navîn Jale Tofîq, ji Amerîkayê hat û 2 hefteyan li Başûrê Kurdistanê ma. Di vê heyamê de rêzeprojeyên xêrxwazî pêk anîn.

Derbarê serdana xwe de Jale Tofîq ji Rûdawê re got; “Heyama geşta min a ji bo Kuridstanê pir kurt bû. Lê pir bi kar û bi berhem bû. Ez jiber karên xwe serbilind im, ku di vê heyamê de min serdana zarokên nexweş ên penceşêrê û Germiyanê kir.”

Jale dibêje, jiber kar û projeyên xêrxwazî dema wê nebûye ku ligel malbata xwe bimîne û dema xwe bide xizm û nasên xwe.

Şaciwana Rojhilata Navîn dixwaze beriya temambûna dema şaciwaniya xwe çend karên din ên xêrxwazî bike.

Jale Tofîq diyar dike; Nasnava Şaciwana Rojhilata Navîn deriyek ji bo min vekir da ku bikarim ji bo berdewamkirina karên xwe pirekê bihêz avabikim.”

Rudaw
Top