• Friday, 22 November 2024
logo

Bakûr – Welatiyekî kurd di çemê Erez de masiyek ji bejna xwe dirêjtir girt!

Gulan Media April 24, 2017 Corane
Bakûr – Welatiyekî kurd di çemê Erez de masiyek ji bejna xwe dirêjtir girt!
Li navçeya Bazîdê ya bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê, welatiyekî kurd masiyek ji bejna xwe bilindtir û girantir girt.

Welatiyê bi navê Îrfan Aras, ku xelkê navçeya Bazîdê ya bajarê Agirî ye, li çemê Erez masiyek bi dirêjahiya 185 santîm û giraniya 100 kg girt.

Îrfan li ser girtina wê masiyê gotiye, ez û hevalên xwe em bo kêfê çûn ser çemê Erez, me got em masiyan bigirin. Min masiyek girt gelekî mezin bû, piştî ku me ji avê derxist dirêjahiya wê ji bejna min (180 santîm) dirêjtir bû ji ber ku dirêjahiya wê 185 santîm bû. Me kişand giraniya wê jî derdora 100 kg bû. Her du hevalên min jî masiyên mezin girtin lê ya min ji ya wan mezintir bû.

Basnews
Top