• Sunday, 23 June 2024
logo

Li Hewlêrê dirêjtirîn kirasê bûkaniyê tê nimayşkirin

Gulan Media April 19, 2017 Corane
Li Hewlêrê dirêjtirîn kirasê bûkaniyê tê nimayşkirin
Biryare sibe roja Sêşembê li bajarê Hewlêrê kirasekî bûkaniyê bi dirêjahiya 200 mitreyan were nimayşkirin, çêkirina wî kirasî jî 8 mehan domkiriye, merasîmê pêşandanê li parka şehîd Samî Ebdulrehman bi rêve diçe.

Li gor vexwendinekê bo BasNewsê hatiye şandin, biryare sibe merasîma nimayşkirina kirasekî bûkaniyê bi serperiştiya dîzaynerê wî kirasî bi navê Goran Xidir û bi alîkariya kompaniyeke taybet bi cilûbergên bûkaniyê bi rêve diçe.

Merasîma nimayşkirinê kirasî li demijmêr 3 piştî nîvro destpê dike, kiras 600 mitir qumaş lê çûne xerckirin, herwiha dirêjahiya wî jî 200 mitre û 50 kesên pispor di heyama 8 mehan de çêkirine.

Basnews
Top