Balaxaneyên Cîhanê
Çiqas aborî, ewqas bilindbûn?
Li gor efsaneyê, mirovên qedîm ên piştî Tofanê, ku hemû bi zimanekî diaxivîn, biryar didin ku bajarekî ava bikin û bircekê lêbikin ku bigihêje ezmanan. Xweda vê xebata wan dibîne û gelekî aciz dibe ji ber ku vê wek bêhurmetiyekê dibîne li hember xwe, lewma radibe zimanê wan mirovan ji hev cuda dike û mirovên ku nema ji hev fahm dikin nikarin birca xwe biqedînin û hemû ji hev belav dibin.
Îro li deverên curbecur ên cîhanê ên ku mirov lê belav bûne, li navendên girîng ên karsazî û fînansa cîhanê avahiyên ji hev bilindtir, berî li ezmanan, berbijor de hildikişin. Li cîhana ku buhayê $ 1.200.000.000.000.000 mal û nirx lê hatiye holê êdî ji dêvla bircên ji bo çavdêriyê û kelehên berevaniyê ên li dora bajaran, van avahiyên ku aborî, fînans û bazirganî wan qat bi qat bilindtir dike hêz û zengîniyê raber dikin.
Dehê Pêşîn
Di lîsteya deh avahiyên herî bilind ên cîhanê de, Navenda Bazirganî a Navdewletî a li Hong Kongê li rêza dawî ye, lê bi bilindbûna xwe ya 484 metirî nêzîka 70 metirî bilindtir e ji Bircên Cêwî ên di 1973yan de li Manhattanê hatibûn avakirin û wê serdemê ji her avahiyeke dî a li tevahiya cîhanê bilindtir bûn.
Navenda Fînansê A Cîhanê a Şengayê, Çîn, 492 m
Taipei 101, Taywan, 509 m
Navenda Fînansê CTF, Çîn, 530 m
Navenda Bazirganî a Yek Cîhanê, New York, 541
Birca Lotte World, Koreya Başûr, 555 m
Navenda Fînansê Ping An, Çîn, 600 m
Birc el-Beyt Clock Tower, Mekke, 601 m
Birca Şengayê, Çîn, 632 m
Birc Xelîfe, Dubay, 828 m
Di vê lîstê de ji deha yek kêm e û wexta ew têkevê ê hemûyên dî li paş xwe bihêle. Birca ku di vê lîstê de ê tekeve serî û bibe a herî bilind ê di 2020an de biqede û heta wê gavê ê milyarek dolar li avakirina wê here. Gelo ew ê li kû be? Ew ê jî li Dubayê be û rekora bilindbûnê a Birc Xelîfe, ku ew jî li heman deverê ye, bişikîne.
Ji Cîhana Li Ser Rûyê Erdê Berev Cîhana Ezmanan
Dema mirov cara yekemîn çû ser rûyê heyvê, 1969, ev bû yek ji nûçe û geşedanên herî girîng ku mirovên li ser rûyê erdê dibihîstin. Di nêzîka pêncî salên ji wê demê heta îro de, peyk û satelayt û cîhazên dîtir ên li ezmanan hatin bicîkirin ne tenê bo naskirina cîhanê bo birêvebirina wê jî gelek guhertin bi xwe re anîn, ji warê ragihandinê bigirin heta bi aboriyê. Sur‘eta ku van geşedanan anî xist nav berhemhênanê û dahênana nirxan, di aboriyê de reqemên “astronomîk” xist ferhenga mirovatiyê. Ev reqem êdî di kozikên berê de hilnayên û di avahiyên mezintir de tên sewqkirin û gerandin. Bi zimanê hevpar ê pere û piyaseyan mirovahî bihust bi bihust ber bi ezmanan ve diçe û vê carê xweda bêdeng in. Eger mirov zengîniya ku mirovatiyê afirandiye gişî bike pere û wî pereyi gişî hûr bike, bike yek dolar û wan yek dolaran li kêleka hev rêz bike, wan şerîtên banqnotan ê 170 carî herin heyvê û werin.
basnews