• Monday, 25 November 2024
logo

Balaxaneyên Cîhanê

Gulan Media April 15, 2017 Corane
Balaxaneyên Cîhanê
Gava di 4ê Nîsana 1973yan de lêkirina wan qediya û hatin vekirin, Bircên Cêwî (Twin Towers) yên li Manhattana Jêrîn a parêzgeha New Yorkê, DYA, bûn bilindtirîn avahiyên li cîhanê. Bircên ku wek Navendên Bazirganî ên Cîhanê mazûvaniya karên pirr-pere û bîznes (business) dikirin, yek ji wan 415 metir, a dî jî 417 metir bilind bû. Manhattana ku tê qebûlkirin paytexta kultur, fînans û bazirganiyê ye li cîhanê, li gor belgeyên dîrokî, kolonîstên Holendî bi 60 gulden (florin) ew ji Emerîkiyên berê (niştecî) kirîn. Manhattana ku li ser duyemîn bajarê DYAyê ê ji alî zevî de herî piçûk e hatiye avakirin, îro milk û avahiyên wê ji her deverên dî ên dinyayê biqîmettir in. Ji ber kêmbûna zevî, avahîsazî ne bi pahnavî lê bi berejorî pêş ketiye. Bi vî rengî mimkun bûye ku li ser zeviyeke bisînor mazûvaniyê ji nifûseke zêde re bike. Li gor daneyên 2015an li her kîlometreqareya vê erda piçûk 27.826 kes dijî û bi vî awayî Manhattan dibe yek ji beldeya herî qelebalix û biz (ji alî gelheyê de tîr/zahf) a cîhanê. Vê devera ku bi avahiyên xwe yên bilind êdî bûye wek kartpostalekê li pêş çavê her kesî, di 2001an de tûşî êrîşeke terorî hat û avahiyên wê yên bilind, Bircên Cêwî, pey der pey rûxiyan. Di maweya zêdetirî deh salan de avahiyên Navenda Bazirganiyê a Cîhanê cardî hatin avakirin û bilindtirkirin lê êdî ê tu yek ji wan nebûya avahiya herî bilind a cîhanê.

Çiqas aborî, ewqas bilindbûn?

Li gor efsaneyê, mirovên qedîm ên piştî Tofanê, ku hemû bi zimanekî diaxivîn, biryar didin ku bajarekî ava bikin û bircekê lêbikin ku bigihêje ezmanan. Xweda vê xebata wan dibîne û gelekî aciz dibe ji ber ku vê wek bêhurmetiyekê dibîne li hember xwe, lewma radibe zimanê wan mirovan ji hev cuda dike û mirovên ku nema ji hev fahm dikin nikarin birca xwe biqedînin û hemû ji hev belav dibin.

Îro li deverên curbecur ên cîhanê ên ku mirov lê belav bûne, li navendên girîng ên karsazî û fînansa cîhanê avahiyên ji hev bilindtir, berî li ezmanan, berbijor de hildikişin. Li cîhana ku buhayê $ 1.200.000.000.000.000 mal û nirx lê hatiye holê êdî ji dêvla bircên ji bo çavdêriyê û kelehên berevaniyê ên li dora bajaran, van avahiyên ku aborî, fînans û bazirganî wan qat bi qat bilindtir dike hêz û zengîniyê raber dikin.

Dehê Pêşîn

Di lîsteya deh avahiyên herî bilind ên cîhanê de, Navenda Bazirganî a Navdewletî a li Hong Kongê li rêza dawî ye, lê bi bilindbûna xwe ya 484 metirî nêzîka 70 metirî bilindtir e ji Bircên Cêwî ên di 1973yan de li Manhattanê hatibûn avakirin û wê serdemê ji her avahiyeke dî a li tevahiya cîhanê bilindtir bûn.

Navenda Fînansê A Cîhanê a Şengayê, Çîn, 492 m
Taipei 101, Taywan, 509 m
Navenda Fînansê CTF, Çîn, 530 m
Navenda Bazirganî a Yek Cîhanê, New York, 541
Birca Lotte World, Koreya Başûr, 555 m
Navenda Fînansê Ping An, Çîn, 600 m
Birc el-Beyt Clock Tower, Mekke, 601 m
Birca Şengayê, Çîn, 632 m
Birc Xelîfe, Dubay, 828 m
Di vê lîstê de ji deha yek kêm e û wexta ew têkevê ê hemûyên dî li paş xwe bihêle. Birca ku di vê lîstê de ê tekeve serî û bibe a herî bilind ê di 2020an de biqede û heta wê gavê ê milyarek dolar li avakirina wê here. Gelo ew ê li kû be? Ew ê jî li Dubayê be û rekora bilindbûnê a Birc Xelîfe, ku ew jî li heman deverê ye, bişikîne.

Ji Cîhana Li Ser Rûyê Erdê Berev Cîhana Ezmanan

Dema mirov cara yekemîn çû ser rûyê heyvê, 1969, ev bû yek ji nûçe û geşedanên herî girîng ku mirovên li ser rûyê erdê dibihîstin. Di nêzîka pêncî salên ji wê demê heta îro de, peyk û satelayt û cîhazên dîtir ên li ezmanan hatin bicîkirin ne tenê bo naskirina cîhanê bo birêvebirina wê jî gelek guhertin bi xwe re anîn, ji warê ragihandinê bigirin heta bi aboriyê. Sur‘eta ku van geşedanan anî xist nav berhemhênanê û dahênana nirxan, di aboriyê de reqemên “astronomîk” xist ferhenga mirovatiyê. Ev reqem êdî di kozikên berê de hilnayên û di avahiyên mezintir de tên sewqkirin û gerandin. Bi zimanê hevpar ê pere û piyaseyan mirovahî bihust bi bihust ber bi ezmanan ve diçe û vê carê xweda bêdeng in. Eger mirov zengîniya ku mirovatiyê afirandiye gişî bike pere û wî pereyi gişî hûr bike, bike yek dolar û wan yek dolaran li kêleka hev rêz bike, wan şerîtên banqnotan ê 170 carî herin heyvê û werin.

basnews
Top