• Sunday, 23 June 2024
logo

We qehweyek venedixwar? Qehweyên herî xweş, herî taybet û herî buhagiran ên cîhanê

Gulan Media April 12, 2017 Corane
We qehweyek venedixwar? Qehweyên herî xweş, herî taybet û herî buhagiran ên cîhanê
Em civateke çayvexur in. Taştêya me bê çay nabe. Piştî firavîn û şîv û paşîvan jî her tim dilê me dihere çayê. Li kargehên xwe, li malên xwe û li civatên xwe em çayekê nedin mêvanên xwe nabe. Li sûk û bazarên me cîgehên çayê ji dikanên dî bêtir in. Lê em ji van cîgehan re jî dibêjin “Qehwe”, bêyî ku xaneyê jî pê bikin û bibêjin qehwexane. Û ligelekên qehwexaneyên me heta demeke nêz jî ne qehwe dihat çêkirin ne jî kesî dixwest. Heta ku di van salên dawî de tiştin guherîn. Li rex qehweya erebî a ku di cezweyan de, li malan, axleb di delîveyên taybet ên wek xwazgîniyan yan falnihertinan de dihat çêkirin, îcar jî qehweyeke hazir ji welatên Rojavayî ketin nav bazara xwemalî. Bi hatina van qehweyên biyanî re hejmara “cafe”yan a “qehwe”yan, çayxaneyên berê derbas kir. Li gor îstatîstîkekê di 1910an de li Frensayê 510.000 cafe û bar hebûn. Di 1960an de ev hejmar datê 210.000an. Di 2009an de hejmara cafe û baran li Frensa tenê dimîne 49.000. Wate, salê 6.000 cafe û bar (bistro) ji navê rabûne. Lê li cem me ev hejmar sal bi sal zêde bû, û zêdebûna hejmara cafeyên me kultura vexurekan jî guhert ta radeyekê. Êdî bûye şîfreyeke vexwendinê dema yek yekî vedixwîne dereke: “Em qehweyekê vexwin?” Li malê, li kargehê, li civatan, li cafeyan vexwarina qehweyê bû baw û çay weke tiştekî tradisyonel di qorzîka malan de ma. Jixwe em behsa demîn û banekiyên mirovan nakin ku hin ji wan êdî “bêyî qehweyê serê sibehê nikarin bên ser hişê xwe.”

Me jî xwest li ser vê mijarê nivîsekê binivîsin ku hûn jî rahijin qehweya xwe û pê re bixwînin. Di lêkolîna xwe ya piçûk de me dît ku qehwe ji hindê ku em dizanin bi gelekî pirrtir celebên xwe hene li cîhanê. Lê xeman nexwin û nebêjin li cîhaneke ku ewqas qehweyên cuda lê hene mirov dê çawa bibin yek. Lewra me kar hêsan kir û em ê tenê behsa du qehweyan ji we re bikin. Herdu jî gelek taybet û balkêş in. Dema hûn bixwînin hûn ê bibêjin ma qehwe û hew.

Ma Qehwe û Hew?

Qehwe li heftê welatan şîn tê û li sedan welatan tê vexwarin. Gelek caran wek dermaneke psîkoaktîf jî tê bikaranîn. Tê gumankirin ku bazareke milyar-dolarî a vê riwekê û vexurekê heye. Qehweyên ku li welatên cuda tên hilberandin tahm û çêjên xwe yên cuda hene û bi buhayên cuda dikevin bazara cîhanê. Lê hin qehweyên gelekî buhagiran hene li cîhanê ku bi qandî buhayên xwe, bi awayên çêkirina xwe jî mirovan matmayî dihêlin. Me du ji wan ji bo we neqandin, lê mixabin nikaribû wan bînin ber we. Piştî we ew qehwe nas kirin, ji kerema xwe re nebêjin em êdî kesî naezimînin bo vexwarina qehweyekê. Xatirê qehweyekê carina ji temenê mirov zêdetir e.

Kopi Luwak

Qehweya Kopi Luwak a Endonezyayê di zikê ajelekê de dimeye. Pisîka miskê (Civet) şîlanên qehweyê dixwe. Piştre dendikên qehweyê ên ku ev ajel wan dirrî tên berhevkirin. Enzîmên ku di dema ferikandinê (hezimkirin/digestion) de ev pisîk derdixe, çêja qehweyê diguhere û dihêle ku ev bibe yek ji qehweyên herî bi qîmet ên cîhanê, hetta li gor hin daneyan a herî bi qîmet. Kopi Luwak hem kêm tê berhemînan, hem pirr tê xwestin û hem jî tahmeke xwe ya yekta heye. Buhayê 113 gramên vê qehweyê a niha li ser malpera amazonê bi 44.95 $an tê firotin. Lê eger hûn bixwazin li qehwexaneyekê fîncanekê vexwin divê hûn bi kêmanî 35 $an ji ber çavê xwe bavêjin.

Black Ivory Coffee

Ev qehwe ji dendikên qahweya Thai Arabica tê bidestxistin. Ev qehwe jî di sîstema ferikandinê a ajelekî re derbas dibe. Ew ajel jî fîl e. Dendikên qehweyê ên ku ji nav gûyê fîlan tên berhevkirin piştî ku tên karkirin dibin qehweya herî kêm peyda û yek ji qehweyên herî buhagiran ên cîhanê. Hilberîner (berhemhêner)ê vê qehweyê iddîa dike ku qehweya wan ji a pisîkên miskê baştir e ji ber ku pisîk ajeleke goştxur e lê fîl ajelekî giyaxur e. Ji ber wê yekê fîl bêtir enzîman derdixe di dema ferikandinê de û bi saya van enzîmên zêdetir dikare baştir proteîna di qehweyê de parçe bike. Tişta tahlbûnê dide qehweyê proteîn in û nebûna proteînan tahlbûna qehweyê ji holê radike. Ji bo kîloyekê ji vê qehweyê bi dest bixin 33 kîlo şîlanên qehweyê tên bikaranîn. Sebaret bi buhayê vê qehweyê, zehmet e mirov tiştekî bibêje, ji ber ku stoka wê ya kêm pirranî tenê difiroşin otêlên pênc stêrk. Di 2016an de 23 otêlên mezin li cîhanê ev qehwe pêşkêş dikir.

Van qehweyên ku bi buha û çêja xwe dengekî mezin derdixin, ji ber bikaranîna ajelan ji reaksiyonên dijber jî bêpar namînin. Lê xwediyê Black Ivory Coffeeyê diyar dike ku bi xêra vê bazarê kuştina fîlan kêm dibe û aboriya malbatên xizan û rewşa jinên ku ji bo wan dişixulin baştir dibe.

Basnews
Top