Kereng kana şifayê ye
Ji kerengê ku bi piranî li serê çiyayan hêşîn dibe, xwarin û herwiha ji tovê wê qehwe û ji şîrê wê jî benîşt tê çêkirin.
Li herêma Qerejdaxa Rihayê jî kereng bona welatiyên ku ajaldariyê dikin, dibe wesîleya debarê.
Jin zarok û şivan ji bo berhevkirina kerenga ku mizgîna biharê ye, diçin çolê û ji sibê heya êvarê kerengan berhev dikin. Herwiha van kerengên ku li çolê berhev dikin, tînin û li bazarên semtan kîloya wê ji ser 6-10 lireyî (2-3 dolar) difiroşin.
Suleyman Arik ê 14 salî ku li rexê rêya Amed-Rihayê hem pezê xwe diçêrîne û hem jî kereng diçine, destnîşan kir ku kereng hersal vî çaxî hêşîn dibin.
Arik diyar kir ku ew hem ajalên xwe diçêrîne û hem jî kereng diçine û wiha xeberda: "Ez rojê du satil kereng diçinim û ez van kerengan difiroşim ajovanên ku ji wê rêyê derbas dibin û herwiha bi vî awayî pere qazanc dikim."
Sedat Çoban ku li bazarê yek ji firoşyarê kerengan e, diyar kir ku ew du mehan, kerengên ku gundiyên ji herêma Qerexdagê berhev dikin, difiroşin.
Çoban bal kişand ku mirov dikare kerengê bixwe nava gelek cure xarinî û wiha pê da çû: "Em bi 2-3 lireyî dikirin, paqij dikin û bi 8 lireyî difiroşin. Tama wê pir xweş e, mîna goşt e. Em di vê serdemê de kerengan dişînin gelek deverên Tirkiyê ku Amed, Îzmir, Stenbol jî di navê de hene.
Rudaw