• Sunday, 23 June 2024
logo

RÛSYA – Karnavala Berfê kete Pirtûka Guinnessê

RÛSYA – Karnavala Berfê kete Pirtûka Guinnessê
Li navçeya Rosa Xutûr Alpîn a bajarê Soçî ya Rûsyayê, Karnavala Berfê ya Çiyayê Boogel Woogelê birêve çû û hezar û 200 kes beşdar bûn. Ji ber vê hejmarê karnavel kete nav Pirtûka Guinnessê.

Li navçeya Rosa Xutûr Alpînê, ku cihekê geştiyariyê ye, hejmareke zêde yê geştiyaran beşdarê Karnavala Berfê ya Çiyayê Boogel Woogelê bûn.

Çiyayê Boogel Woogelê ya li navçeya Rosa Xutûr Alpîna ser bi bajarê Soçiyê ye. Vî bajarî mêvandariya Olimpiyatên Zivistanê yên sala 2014ê kiribû.

Bi tevê hewaya sar, beşdarên festîvalê tazî bûn. Beşdarên festîvalê vê rojê weke rojeke taybet dibînin. Lewma jî di dirêjahiya rojê de gelek wêneyên balkêş ên karnavalê girtin.

Di dema karnavalê de bi şêweyekê cuda pêşbirka xwexişandina ser berfê hate kirin. Gelek beşdaran jî di dema xwexişandinê de mijûlê jenîna amêrên mûzîkê bûn.

Di heman demê de firokeyên wênegirtinê ji esmanan ve dîmen û wêneyên karnavalê girtin.

Nêzîkî hezar û 200 kes beşdarî vê karnavalê bûn. Ev hejmar ji Baregaha Sereke ya Tomara Guinnessê hate şandin. Ji ber ku heta niha hejmareke ev hinde zêde beşdarî karnavalekê xwexişandinê nebûne, vê vê karnavalê kete nav Pirtûka Guinnessê de.

Rudaw
Top