• Sunday, 23 June 2024
logo

Dendikên li Başûrê Kurdistanê, ji sedî 91 hawirdekirî ne

Dendikên li Başûrê Kurdistanê, ji sedî 91 hawirdekirî ne
Dendikên gulberojê, li Başûrê Kurdistanê ji sedî 91 têne hawirdekirin.

Rêveberê Çandiniya Ranyayê Salih Hisên ji Rûdawê ragihand, piştî ku kargehên titûnê karên xwe dane sekinandin, daxwaza bo dendikan zêde bûye û got: “Cotkar salane heta 30 û 40 tonan, dendik hildiberandin. Lê daxwaza dendikan, ji ber ku piştgiriyên pêwîst ji bo cotkaran nehate dayîn, bi taybetî di pêvajoya azadiya Iraqê de daket.”

Salih Hisên diyar dike, ku di sala 2014an de li sînorên Ranyayê lêkolînek li ser çandiniya dendikên gulberojan pêk aniye û eşkere bûye ku di 26 gundan de bi tevahî di 4 hezar donim zeviyê de gulberoj hatine çandin.

Hisên ji Wezareta Çandiniyê bi awayekî nivîskî xwestiye ku li devera wan ofîseke hawirdekirinê were sazkirin, herî dawî wezaret ji bo dendikên xwemalî ji sedî 10 teşwîq dida û got: “Ev biryar li ser kaxizê ma. Ji ber vê yekê beşek ji cotkarên me bêhêvî bûn. Sala par 2 hezar û 559 donim gulberoj hatin çandin.”

Hisên dibêje: “Eger wezaret teşwîqên pêwîst bide cotkaran, pêwîstiya dendikan a Herêma Kurdistanê hemû di nav Herêmê de ewê bêne hilberandin.”

Li gor lêkolînan axa Başûrê Kurdistanê ji bo çandina gulberojê guncaw e. Bi taybetî jî li deverên Şarezûr, Bekirreco, Pîşder û Bitwên berên gulberojê gelek zêde ne.

Li gundê Pûkê yê ser bi navçeya Bitwênê, cotkarekî bi navê Ebdullah Îbrahîm destnîşan dike, ew bû 25 sal gulberoj diçine û her sal nêzîkî 20 hezar donimên erdê xwe ji bo çandina gulberojan vediqetîne.

Ebdullah Îbrahîm herwiha dibêje: “Ev herêm ji bo çandina gulberojan pir guncaw e. Lê ji ber dendikên hawirdekirî, li ber me pirsgirêk derdikeve. Tama dendikên xwemalî xweştir e. Berê li bazarê pir dihate firotan, lê ji ber qeyrana aborî, kîloya wê navbera 1500 û 2000 dînaran em difiroşin.”

Rêveberê Plansazî û Pişkinînê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Dr. Enwer Umer ji Rûdawê re ragihand: “Hilberîna gulberojan cihekî giring digire. Bi taybetî jî ji aliyê rûnê gulberojan ve. Lê ji ber ku salên borî budce kêm bûn, me nekarî plana ku me amade kiribû bi cih bînin.”

Li ser baca dendikên hawirdekirî Enwer Umer dibêje: “Me berê, ji bo her kîloyek 250 dînar baca gumrukê diyar kiribû. Demeke şûnde me biryar da ku ev hindik e û li ser kîloyek 500 dînar bac danî. Eger ev jî têr neke em dê bikin 1000 dînar.”

Ji sedî 91ê dendikên ku têne hawirdekirin, ji Çîn, Bulxaristan, Amerîka û Kanadayê têne Başûrê Kurdistanê. Hin şîrket dendikên ku ji bo xwarinê hêj nehatine amadekirin hawirde dikin û li vir çêdikin.

Rêveberê Giştî yê Şîrketa Banûyê Hecî Kemal Cemal dibêje: “Li Herêma Kurdistanê daxwaza dendikan gelek e. Hilberîna navxweyî têr nake. Ji ber vê yekê salane 2 hezar ton dendik ji bazara navxweyî û derve têne peydakirin.”

Cemal îdiayên weke ‘hin şîrket dendikên nebaş û dema wan bihurî tînin’ red dike û dibêje: “Him em, him jî şîrketên din di vê mijarê de xwe naxin rîskê û em giringî didin rindiya dendikan. Lê li welatên din, weke ku tê gotin dendikên nebaş têne firotan. Me berê dendikên xwemalî dikirrî. Niha em tenê dendikên hawirdekirî distînin. Çimku buhayê dendikên xwemalî zêde ye û qelîteya wêjî kêm e. Ji ber vê jî em tenê berê xwe didin dendikên hawirdekirî

Rudaw
Top