• Sunday, 23 June 2024
logo

Heyfa di nav 10 jinên ciwan ên cîhanê de ye

Gulan Media March 28, 2017 Corane
Heyfa di nav 10 jinên ciwan ên cîhanê de ye
Li gorî malpera navdar a amerîkî Wonderslistê, hunermenda Lûbnanî Heyfa Wehbî di nav lîsteya jinên herî ciwan ên cîhanê yên ji 40 salî mezintir e.

Malpera Wonderslistê navê çendîn stêrkên cîhanî jî dixe nava vê lîsteyê û wan weke “jinên herî ciwan ên ji 40 salî mezintir” binav dike.

Di pileya yekemîn a vê lîsteyê de stêrka amerîkî Charlize Theron cîh digre. Aktrîsta navdar a îtalî Monîca Bellucî di rêzbenda duyemîn de û Jennifer Aniston jî di rêzbenda sêyemîn de ye.

Herwiha Angelina Jolie, Jennifer Aniston, Penélope Cruz, Aishwarya Rai, Jennifer Lopez û Madonna jî di vê rêzbendiyê de ne. Heyfa Wehbî weke jina tenê ya ereb di rêza dehemîn a vê lîsteyê de hatiye diyarkirin.


Stêrka lûbnanî niha di dramayeke misirî de rol digre û aktrîsta sereke ya dramaya bi navê “Al-Hirbaye” ye. Biryar e ev drama di hema Remezanê de dest pê bike.

Heta niha jî dîroka jidayikbûna Heyfa Wehbî ne diyar e. Ev yek jî bûye mijareke giring a magazîna Lûbnanê. Heyfa dibêje ew di sala 1976ê de jidayik bûye. Malbata wê dibêje ew di sala 1969ê de jidayik bûye.

Beşek ji medyayên Lûbnanê dîroka jidayikbûna wê weke 1972 destnîşan dikin. Lê Heyfayê 40 salên xwe derbas kirine û hê jî weke caran ciwan maye.

Rudaw
Top