• Sunday, 23 June 2024
logo

Wêneyekî pêşmerge di demê rizgarkirina sivîlan da xelata cîhanî wergirt

Gulan Media March 27, 2017 Corane
Wêneyekî pêşmerge di demê rizgarkirina sivîlan da xelata cîhanî wergirt
Di sêyem berîkaneya cîhanî ya wêneyan da, wêneyekê hêzên pêşmerge ku xelkê sivîl ji destê terorîstên Daişê rizgar dikin, xelata salê wergirt.

Ajansa Anadol ya Tirkî, îsal jî, sêyemîn berîkana fotoyan di warê (nûçe, werziş,sruşt û jîngeh) sazkir û têda, 25 hezar fotografer ji 17 welatên cîhanê pişikdarbûn û xelatên baştirîn wêne li ser 22 fotograferan da hatine belav kirin û wênegir Fedrîk Lavarc ku fotograferekê Frensî ye, bi wêneyekê hêzên pêşmerge ku rê bo xelkê sivîl vedikirin daku ji destê terorîstên Daişê rizgarbin, xelatê cîhanî yê salê wergirt.

Berîkana îsal ya fotoyan, bi sponserîya kompanîya frokevanî ya turkiş êrlayn û Tîka û bi hemahengî digel ajansa Anadol, hat birêvebirin û lijneyeka taybeta dadweran jî, helsengandina wêneyan dikir.

rudaw
Top