• Sunday, 23 June 2024
logo

Çavê derhênerên Bollywoodê li Şaciwana Kurdistanê ye

Çavê derhênerên Bollywoodê li Şaciwana Kurdistanê ye
Yekemîn Şaciwana Kurdistanê Şênê Ako dê di yariya krîketa PSL a Pakîstanê de amade bibe. Şênê Ako ji aliyê rêxistina Ekrem ve hatiye vexwendin. Herwiha ji wir jî derhênerên Bollywoodê ji bo fîlmekê wê vedixwînin.

Şênê Ako derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand; “Rêxistina Ekrem weke Şaciwana Kurdistanê ez vexwendime da ku di lîstika palewantiya krîketa PSL de (Pakistan Super Leauge) amade bim, ku Wesîm Ekrem serperştiya wê dike. Ji bo piştgiriya tîma Îslamabad Unitedê li Dubey amade bûm. Li wir min ligel çend derhênerekî navdar ên Bollywoodê axivî.

Şênê Ako herwiha got: “Sînemakar û derhênerên Bollywoodê daxwaz ji min kirin ku beşdarî fîlmekî hindî bibim. Niha em di nav guftûgoyê de ne û di van rojên pêş me de ezê serdana Hindistanê bikim.”

Şaciwana Kurdistanê daxuyand, ku wê ji wan re jî gotiye eger senaryoyên fîlman ne li gorî dabûnerîtên kurdî bin ez di wan de rol nagrim.

Yariya Krîketa Hindîstan û Pakîstanê giringiyekî “Pakistan Super Leauge” 5 salan carekê tê sazkirin û pir giringî tê dayîn. Di nav mehekê de hemû bajarên Pakîstanê vê lîstikê dikin û paşî palewan tê destnîşankirin.

Rudaw
Top