• Sunday, 23 June 2024
logo

Ji bo parastina pişîkên Wanê gaveke nû

Ji bo parastina pişîkên Wanê gaveke nû
Navenda Sepan û Lêkolîna Pişîkên Wanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) bi saya xebateke ku jê re dibêjin "Sîstema Şopandina pişîkên Wanê" dikare hemû agahiyên pişîkên Wanê peyda bike.

Ji bo ku cinsê pişîkan xirab nebe û neslê wan dewam bike Navenda Sepan û Lêkolîna Pişîkên Wanê par xebatek dan destpêkirin.

Navend bi derziyê ve çîpekî dixe bin postê pişîkan ku derbarê wan de agahiyan hilde. Bi saya vê çîpê hejmara têjikên wan, maka wan û agahiyên din dikarin peyda bikin.

Prof. Dr. Abdullah Kayayê Midûrê Navenda Sepan û Lêkolîna Pişîkên Wanê daxuyand ku navend di sala 1992an de hatiye avakirin ku cinsê pişîkên Wanê bêyî ku xirab bibe ew neslê xwe bidomînin.

Kaya got ku ji wê salê pê va xebatên wan dewam dike û wiha axivî:

"Armanca avabûna navenda me cinsê pişîkên Wanê parastin e. Ji ber wê em dixwazin hemû tevgerên van heywanan, hejmara têjikên wan, qalîteya têjikên wan û agahiyên din ên der barê wan de hîn bibin. Em van agahiyan bi saya sîstema biçîp bi dest dixin. Ev sîstem û xebatên li ser pişîkan wek navend ji bo me mijareke girîng e.

Rudaw
Top