• Sunday, 23 June 2024
logo

AMED - Pîrtûkxaneya herî mezin hate vekirin

Gulan Media February 24, 2017 Corane
AMED - Pîrtûkxaneya herî mezin hate vekirin
Di bin banê Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê de pirtûkxaneya herî mezin a derbarê bajarê Amedê de hate vekirin. Di pirtûkxaneyê de 5 hezar pirtûk hene û nêzî hezar û 500 pirtûk tenê li ser Amedê ne. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên bi zimanê kurdî û erebî jî hene.

Li Zanîngeha Dîcleyê pirtûkxaneya herî mezin a derbarê bajarê Amedê de hate vekirin. Di vê pirtûkxaneyê de hem pirtûkên li ser Amedê û hem jî pirtûkên ku navdar û nivîskarên Amedê nivîsandine cih digre.

Songul Atli yek ji rêvebera Pirtûkxaneya Navendî ya Amedê ye. Ew dibêje li pirtûkxaneyê 5 hezar pirtûk hene û armanca wan ew e ku ew hemû pirtûkên derbarê Amedê de li vê pirtûkxaneyê bi vih bikin.

Rêvebera Pirtûkxaneya Navendî ya Amedê Songul Atli got; “Di pirtûkxaneya me ya Amedê de niha 5 hezar pirtûk hene. Ji van 1500 pirtûk li ser Amedê ne. Gelek pirtûk li ser bajarên derdora Amedê ne ku ew bajar berê di dema Osmanî de li ser eyaleta Amedê bûn. Em dixwazin hemû pirtûkên li ser Amedê ji çar aliyên cîhanê bînin û di pirtûkxaneyê de bi cih bikin. Yek ji armanca me jî ew e ku em van pirtûkan bi awayeke dijîtal li ser komputeran bar bikin. Em niha li ser vê projeyê jî kar dikin.”

Ozlem Karabulut jî yek ji xebatkara vê projeyê ye. Ew dibêje her tiştên ku li ser vî bajarî hatine nivîsandin, di pirtûkxaneyê de cih digre. Ji muzîkê heta cihên dîrokî, ji folklorê heta cil û bergên Amedê her cure pirtûk hene.

Ozlem Karabulut got; “Pirtûkên li ser ziman, dîrok, xwarin, mitbexa kurdan, erdnîgarî di vê pirtûkxaneyê de heye. Em dixwazin hemû xwendekarên me bên vê pirtûkxaneyê û lêkolînan bikin.”

Pirtûkxaneya mezin a Amedê herî zêde bi kêrî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê tê. Lewre ji bo xwendekaran derfeteke baş a lêkolînê dide.

Xwendekar Mihemed Altintaş jî diyar kir; “Min dereng evder peyda kir. Baş bû. Ez dibêjim ji bo şagirtan, ji bo xwendekaran derfeteke baş e.”

Xwendekar Evdirehman Okur jî daxuyand ku ji dersên zanîngehê zêdetir, ew dê li pirtûkxaneyê lêkolîn dike û zêdetir dema xwe li vir derbas dike.

Rudaw
Top