• Sunday, 23 June 2024
logo

Bazirganên kurd, ajeleke nû tînin Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 23, 2017 Corane
Bazirganên kurd, ajeleke nû tînin Herêma Kurdistanê
Alpaka ajelek e ku li Başûrê Amerîkayê hatiye kedîkirin û niha jî li Başûrê Kurdistanê tê xwedîkirin.

Navê vê ajelê Alpaka (Alpaca) ye û navê wê yê zanistî jî Lama Pacos e.

Piranî ji hiriyên alpakayan sûd tê wergirtin û li Çiyayên And li Başûrê Amerîkayê têne xwedîkirin.

Taybetmendiyên Alpakayan ew in ku ji regezê hêştiran e, bejna wan dirêj, pêyên wan zirav, stûyên wan dirêj û zirav, serê wan jî piçûk e.

Alpaka ji ajelên Lamayê hinekî piçûktir in, kîloya wan navbera 55 û 65 in û ji lamayan siviktir in. Dirêjahiya mûyên wan digihîje heta 50 santîmetreyê. Tê gotin ku hiriya Alpakayan, li dinyayê ji hiriyên herî rind e.

Aram Ebdullah li Hewlêrê bazirganiya ajelan dike û di meha Çileyê de ji Belcîkê 21 heb ajalên Alpakayê anîne Hewlêrê.

Aram Ebdullah ji Rûdawê re ragihad, wî li ser daxwaza hin ajeldarên Hewlêr û Bexdayê, ev ajel anîne û got: “Ji ber ku Alpaka ajeleke xweşik e, di demeke kurt de, hemû hatin firotin.”

Ebdullah destnîşan kir, gelek ajeldar dixwazin alpakayan xwedî bikin lê ji ber qeyrana aborî nikarin.

Newşan Necmedîn ku ji derveyî welêt ajelan hawirde dike û rêveberê şîrketekê ye ragihand, di van salên dawî de li Herêma Kurdistanê daxwaza bo alpakayan zêde bûye.

Herwiha Newşan Necmedîn diyar kir: “Heta niha me ji Belcîkê 200 heb Alpaka hawirde kirine ku ji wan 9 heb di meha Sibatê de bû. Ajeldar vê heywanê piranî ji bo xemlê dixwazin. Kirîdarên me yên ji Iraqê jî hene.”

Necmedîn destnîşan kir, li Herêma Kurdistanê di derbarê xwedîkirina vê ajelê de bi ser ketine û got: “Alpaka zû mezin dibin û dikarin hînî cih û warên nû bibin. Ji bo ku xwedîkirina alpakayan zêde be, divê Wezareta Çandiniyê piştgirî bide. Li Herêma Kurdistanê buhayê coteke Alpaka, li derdora 4 hezar dolar e, buhayê wê yê li Ewrûpayê nîvê vêya ye. Li Ewrûpayê buhayê alpakayekî nêr 250-300 euro, buhayê alpakayeke mê jî li derdora 1300-1400 euro ye. Ajeldarekî dikare bi nêrekî, 8 mêyan xwedî bike.”

“Em li Ewrûpayê cotekî alpakeyê bi 2000 dolaran dikirin. Ji ber veguhastin, karantîna û gumrukê, ev buha dibe 3000 dolar. Rêveberiya Deriyê Sînorê yê Îbrahîm Xelîlê ji ber ku karantîna tine ye pirsgirêk derdixe. Eger na, em dikaribûn ji Moldowayê bi TIRan, bi buheyekî kêmtir bînin.”

Herwiha Necmedîn diyar kir, Îran giringiyeke mezin dide xwedîkirina alpakayan û got: “Li Belcîkê ez bi çavên xwe şahid bûm ku 1200 heb Alpaka ji bo hawirdekirina Îranê hatin veqetandin.”

Ji bo ku nexweşî belav nebe, heywanên ku bo Herêma Kurdistanê têne hawirdekirin, 21 roj di bin karantînayê dimînin dûvre dihêlin têkeve welat.

Rêveberê Karantînaya Çandiniyê ku girêdayî Wezareta Çandinî û Çavkaniyê Avê ye Dr. Cemal Şukrî diyar kir ku ew ji bo hawirdekirina alpakayan a bi rêya bejahiyê, astengî dernaxin û got: “Ji ber ku rêya esmanî bilez e, ji aliyê karsazan ve ev rê tê tercîhkirin.”

Herwiha Dr. Cemal Şukrî got: “17 heb karantînayên me yên çandiniyê hene, 2 ji wan li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, 5 jî li ser sînoran hene. Eger ji karsazan daxwaz were, em dikarin buhayên tehlîl û gumrukê daxin.”

rudaw
Top