• Friday, 28 June 2024
logo

Çîniyan fêrî kurdî dike

Gulan Media February 14, 2017 Corane
Çîniyan fêrî kurdî dike
Xwendekarekî kurd ku ji bo masterî çûye Çînê, li wê derê çîniyan fêrî kurdî dike.


Herêm Elî Hesen 22 salî ye û xelkê gundê Sêweysa herêma Pişder a Silêmaniyê ye. Herêm Elî Hesen piştî Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Silêmaniyê qedand ji bo mastirê diçe Çînê û hem li Zanîngeha Beihangê dest bi xwendinê dike û hem jî li Zanîngeha Pekînê perwerdeya kurdî dide.

Hesen ji Rûdawê re behsa çûna xwe ya Çînê kir û got: “Hevalekî min ê ji Rojhilatê Kurdistanê peywendî bi min rê danî û got, Zanîngeha Pekînê pêwîstî bi mamosteyekî kurdî heye ku xwendekarên wê ji rêveberiya zanîngehê daxwaza perwerdeya kurdî kirine.”

Li ser vê yekê Hesen diçe hevdîtinekê bi Serokê Beşa Zimanê Erebî yê Zanîngeha Pekînê re pêk tîne û derbarê şêwaza û rêçikên perwerdeyê de zanyariya destine û piştre jî kesekê jî weke alîkar jê re destnîşan dikin.

Bi gotina Hesen wî tenê li dibistana seretayî û amadeyî zimanê kurdî xwendiye û lewma ew ne pisporê zimanê kurdî ye, lê bi kesên pispor re ketiye peywendiyê û alîkariyê ji wan distine.

7 xwendekarên çînî perwedeya kurdî dibînin

Herêm Elî Hesen wiha behsa xwendekarên çînî yên perwerdeya kurdî dibîn dike: “Sê keç û 4 zilam bi giştî 7 xwendekar hene. Ji wan 4 kes ji Beşa Erebî ya Zanîngeha Pekînê derçûne û di asteke baş de erebî dizanin. Lê her sê xwendekarên din ne erenî ne jî kurdî nizanin.”

Herêm yekem kes e ku li Zanîngeha Pekînê perwerdeya kurdî dide xwendekaran. Li Çînê waneyên zimanê kurdî bi ser beşa zimanê erebî ve tên dayîn.

Di roja 21ê Îlona 2016an de Hesen dest bi dana waneyên kurdî kiriye û di waneya yekem de wî behsa dîroka Kurdistanê kiriye û bi wêneyên çend bajaran Kurdistan daye nasîn.

Herêm navên kurdî û erebî li xwendekarên xwe kiriye û got: “Min navên Dara, Kameran, Mîran, Fatima, Banû û Xozî û Herêz li wan kiriye.”

Xwendekaran ji ber ku erebî dizanin zû ferî alfebeya kurdî bûne.

Bi nêrîna Herêm xwendekarên çînî gelek cidî û jêhatî ne û got: “Derbarê zimanê kurdî de pirsyarên balkêş dikin.”

Ne tenê wan ferî kurdî dike herwiha Herêm ji wan re behsa çand û muzika kurdî jî dike û bi hev re guhdarî muzika kurdî dikin û piştre bi hev re dibêjin.

Sûd ji Rûdawê wergirtine

Herêm Elî Hesen wiha axivî: “Xwendekarên min gotin ji bilî ziman dixwazin çanda kurdî jî nas bikin. Min jî raportekê Rûdawê de hatî weşandin nîşanê wan kir ku derbarê ahengên şahiyên davetan de bû. Gellek bala wan kişand û ecibandin.”

Qursa Herêm dida di 29ê Kanûna 2016an de bidawî hatiye wî di ezmûna dawiyê de 6 pirs ji xwendekarên xwe kiriye û derbarê vê yekê de jî got: “Min di pirsa dawiyê de ji wan xwestibû ku behsa jiyana xwe bikin. Xwendekarê min navê Dana lê kirî gelek xweş nivîsandî bû. Min 99 puan dan wî. Yên din jî herî kêm 86 puan standin.”

Herêm Elî Hesen da zanîn wî li Zanîngeha Pekînê tenê 3 mehan perwerdeya kurdî da û wiha domand: “Heger di sala pêştir de hejmara xwendekarên ku daxwaza kurdî dikin zêdetir bibin, dibe ku Beşa Zimanê Kurdî ji ya erebî bê veqetandin û bibe serbixwe.”

Rudaw
Top