• Friday, 28 June 2024
logo

Lîstikvanê Cizresporê yê efrîqî: Min nedizanî Cîzîr li kê derê ye

Gulan Media February 13, 2017 Corane
Lîstikvanê Cizresporê yê efrîqî: Min nedizanî Cîzîr li kê derê ye
Lîstikvanê bi navê Serge Djiehoua, ku di sala 2014ê de hatibû Cîzresporê ragihand, ew bi xeletî hatiye Cîzresporê.

Lîstikvanê ji welatê Kotdîvorê yê Efrîqayê Serge Djiehoua ji malpera “Kramponlu Pisagor” re axivî û behsa serpêhatiyeke xwe yê balkêş kir.

Lîstikvanê 33 salî got; “Min di tîmekê Tunisê de dilîst. Telefona min kirin û gotin tîma Cîzresporê te dixwaze. Lê min nav xelet kir û wesa fêmkir ku Rîzespor min dixwaze. Lewma min ev daxwaza wan qebûl kir.”

Serge Djiehoua dema li firokeyê siwar bûye zaniye ku naçe bajarê Rîzeya Tirkiyê û diyar kir; “Min ne dizanî ka Cizîr li kê derê ye. Dema gihiştime Cizîrê weke futbolîstekî mezin pêşwaziya min kirin.”

Serge Djiehoua herwiha got; “Ji xwe ez demekî kurt li wir mam. Bûyerên Kobanî derketin û ez jî tirsiyam. Lewma jî li wir nemam.”

rudaw
Top