• Friday, 28 June 2024
logo

Keça kurd modelîstek navdar e

Gulan Media February 6, 2017 Corane
Keça kurd modelîstek navdar e
Keça kurd a bi navê Gwêje, ku xwediyê pêwîstiyên taybet û herdu lingên wê seqet in, li Swêdê modelîstek naskirî ye.

Xanima modelîsta kurd Gwêje li Swêdê dijî. Wî yekemîn car derbarê xwe de ji Rûdawê re axivî û got; “Hemû pizîşkên Swêdê jî nizanin ka çima lingên min seqet bûne. Şevekê razam û sibê rabûm êdî min nekarî bimeşim.”

Gwêje dibêje, bi tevê vê yekê jî wê hêviya xwe wenda nekiriye û weke modelîstekî karê xwe kiriye.

Gwêja dibêje; “Rûniştina li ser van kurdsiyan xewnên min ên mezin nekuştiye. Niha jî xewnên min ên mezin hene.”

Keça kurd herwiha alîkarî dide kesên nû seqet bûne û mehkûmê kursiya bi taker bûne. Ew diyar dike, ku alîkarî dide kesên weke wê da ku jiyanê bi ciwanî bibînin.

Ji bilî vê yekê Gwêje ji bo şîrketên mezin ên Swêdê û cîhanê reklam kirine û wêneyên wê di medya cîhanê de tên weşandin.

Gwêje di sala 1989ê de li navçeya Koyê ya Hewlêrê ji dayik bûye û paşî ligel malbata xwe çûye Swêdê.

Modelîsta kurd ji sala 2005ê ve karê nimayîşkirina cilan dike. Herwiha di salên 2007 û 2008ê de dest bi werzîşê kiriye, xelata ksa herî lez a ser kursiya bi taker stendiye. Herwiha basketbolê dilîze.

Rudaw
Top