• Friday, 28 June 2024
logo

Maratona navnetewî ya xweşewîstiyê li Bexdayê birêve çû

Gulan Media February 5, 2017 Corane
Maratona navnetewî ya xweşewîstiyê li Bexdayê birêve çû
Duh şemiyê dehimîn maratona aştî û xweşewîstiyê ya navnetewî li Bexdayê birêve çû.

Maraton li qada Ebas Ibn Fernas ku li nêzîkî firokexaneya navnetewiye destpê kir û di beşa 8 kîlomêtriyê de jinekê Kenyayî bû yekem.

Di maratonê de werzişkarên Misr, Mexrib, Lebanon, Behrîn, Urdin, Yemen, Sûriya, Sûdan, Tûnis, Almanya, Somal, Ozbekistan, Hind, Tacikista, Kenya, Îran, Oman, Srylanka, Efxanistan û çend welatên din beşdar bibûn.

Hevdem beza 3 kîlometrî û beza gelirî û hevrikiya durçerxevaniyê jî birêve çû.

Bi armanca rêgirtin li bûyerên nexwastî tedbîrên tund yên ewlehiyê li dorûbera şûna birêveçûna maratonê hatibûne girtin.

Basnews
Top