• Friday, 28 June 2024
logo

Li Zaxoya eleqeya deqan

Gulan Media February 1, 2017 Corane
Li Zaxoya eleqeya deqan
Li navçeya Zaxo ya Duhokê welatî eleqeyek zê didin deqê (tato).

Welatîyekî ji navçeya Zaxo piştî ku li welatê Îtalyayê fêrî hûnera deqê (tatoyan) dibe, li navçeya Zaxo ya Duhokê ji xwe re navendeke nexşandina deqan vedike.

Buhayên deqan di navbera 20 heta 1500 dolarî tê guhertin.

Xwediyê navenda deqê yê bi navê Dilşad Ehmed dibêje, ji Silêmanî û Hewlêrê jî xelk diçe cem wî da ku ji xwe re deqan hilbijerin û li ser laşê xwe bidin çêkirin.

Ferhad Hecî jî ku dixwaze deqekê li ser laşê xwe bide çêkirin wiha dibêje: “Ez ji gulan gelek hez dikim. Bîraninên min digel gulan hene. Ez dixwazim gul her tim ligel min be, ji ber vê yekê ez dixwazim gulê li ser laşê xwe çêbikim.”

Dilşad Ehmed 14 sal e karê deqê dike û sê sal ej jî li navçeya Zaxo vî karî berdewam dike. Bi Dilşad wî heta niha ji bo nêzîkî 8 hezar welatiyên Başûrê Kurdistanê deq çêkirine.

Rudaw
Top