• Tuesday, 26 November 2024
logo

Li Stenbolê duyemîn fûara herî mezin a cîhanê ya mobîlya birêve diçe

Gulan Media January 26, 2017 Corane
Li Stenbolê duyemîn fûara herî mezin a cîhanê ya mobîlya birêve diçe
13mîn Fûara Mobîlya ya Stenbolê bi beşdariya sedan kompaniyên ji 115 welatan destpê kir. Di çarçoveya fûarê de her cûre mobîlyayên bi stîl û dîzaynên rengîn têne nîşandan. Gelek şandeyên kiryar jî bi heman mebestê li Stenbolê ne.

Duyemîn fûara herî mezin a cîhanê ya mobîlya bi beşdariyeke mezin destpêkir. Di çarçoveya 13mîn Fûara Navdewletî ya Stenbolê de ji 115 welatan zêdeyî 500 kompaniyên mobîlya li hev civiyan.

Fûara mezin bi merasîmeke ku parêzgerê Stenbolê û hemû saziyên pêwendîdar beşdar bûn deriyên xwe vekirin.

Organîzatorê Fûarê Cem Şenel ji Rûdawêr e derbarê fûarê de wiha got: “Tirkiye di warê moblîlya xwedî awantajeke mezin e. Piştî hewla derbeyê me giraniya xwe da kiryarên derve û me yên profesyonel jî anîn Stenbolê. Potansiyela hinardekirina vê fûarê bê hempa ye. Ew der yek ji mezintirîn fûarên Tirkiye ye û emê mezintir jî bikin.”

Cîgirê Serokê Federasyona Mobîlyafiroşan Engin Kuçuk diyar kir ku sala 2016 bo Tirkiye saleke ne baş bû û wiha domand: “Lê tevî her tiştî sektora mobîlya bi pêş ket. Ev fûar derfeteke mezin e ji bo ku kompaniyên sereke li heman qadê bigîhîjin hev. Bi saya fûarê butçeyeke baş li aboriya tirkiye jî zêde dibe. Hêviya me ew e ku di 2017an de em bêhtir bi pêş bikevin.”

Dîdariya ku ji aliyê CNR Expoyê ve bi piştgiriya Wezareta Aboriya Tirkiyê ve tê lidarxistin li ser 150 hezar metre çargoşe, mazûvaniya tarzên ji çand û neteweyên cihê dike. Bi sedan karsaz û kompaniyên kiryar jî ji bo danûstandinên sektorê, li Stenbolê ne. Tê payîn ku ew fûar dahata sektorê ji sedî 25 zêde bike.

Karsazekî bi navê Mehmet Varyemişci jî amaje kir ku fûar wan deriyên ku ew bixwe nikarin bigihîjinê li ber wan vedike û wiha pê de çû:

“Hin bazar hene ku em nikarin biçin lê kiryar bi saya fûarê têne gel me. Belê, li fûarê giraniya mobîlyayên dar zêdetir e. Ji ber ku dar melzemeyekî wisa ye ku modaya xwe naiguhire û salên dirêj meriv dikare bi kar bîne. Xelk jî bêhtir berê xwe didê.

Di çarçoveya fûarê de ji welatên kendavê û ên îskandînawê jî 260 kompanî li hev rûdinin da ku kirîn û firotina vê qadê geştir bikin. Fûar dê 4 rojan berdewam bike û tê payîn ku 150 hezar kes jî serdana wê bike.

Rudaw
Top