• Friday, 28 June 2024
logo

Qumaşê 'şal û şepik' di fûara navnetewî de tê nasandin

Gulan Media January 24, 2017 Corane
Qumaşê 'şal û şepik' di fûara navnetewî de tê nasandin
Qumaşê "şal û şapik" yê li navçeya Dihê ya Sêrtê tê çêkirin dê di Fûara Seyahet û Tûrîzmê ya Navneteweyî ya Rojhilatê Behra Spî (EMÎTT) de bê nasandin.

Midûrê Nevenda Perwerdeya Gel a Navçeyê Seyfettîn Çelîk got ku qumaşê şal û şapikê bi piştevaniya qaymeqamiyê di navendên perwerdeya gel de tê çêkirin.

Seyfettîn Çelîk diyar kir ku ew qumaşên ji aliyê qursiyerên atolya Nevenda Perwerdeya Gel a Dihê ve tê çêkirin dê li Fûara Seyahet û Tûrîzmê ya Navneteweyî ya Rojhilatê Behra Spî danasîna wê bikin û wiha domand:

"Qumaşê şal û şapik yek ji qumaşên ewil ên li Mezopotamyayê hatine çêkirin e. Dezgehên şal û şepikê heta salên 1950-1960 dixebitîn; lê di salên dawîn de kêm bûn û hatin girtin. Bi piştevaniya Qaymeqamê me Birêz Murtaza Dayaç dê dîsa qumaşê şal û şapikê bê çêkirin. Em ji bo vê kêfxweş in."

Çelîk derbarê qumaş de jî agahî da got ku cil û bergên ji vê qumaşê têne çêkirin di mehên havînê de honik in û di mehên zivistanê de jî germ in.

Biryar e Fûara Seyahet û Tûrîzmê ya Navneteweyî ya Rojhilatê Behra Spî di navbera 26 û 29ê vê mehê li Stenbolê birêve biçe.

Rudaw
Top