Hostayê mehfûran berhemên bi destê xwe dişîne 50 welatan
Hemfûr û cildûr Ebdulqadir Qasimê 62 salî, kargeha xwe veguhastiye bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê. Bi gotina Qasim, ew berhemên xwe difroşe 50 welatên cuda. Malbata wî jî ligel wî kar dike. Ew ji karê xwe hezdike û dixwaze tê de her berdewam be.
Ebdulqadir Qasim dibêje; "Ez rojê 8 demjimêran kar dikim. Ne ku ji ber pêwîstiya min bi pereyan, lê ez dildarê vî karî me. Spas ji Xwedê re. Ez berhemên xwe ji gelek welatan re dişînim û daxwaz li ser heye. Li Helebê ji ber şer û aloziyan berdewamkirina vî karî zehmet bû. Lê ji ber ku ji berê ve, ez gelek bazirganên Dîlokê nas dikim, min karê xwe ji Helebê veguhaste vê derê."
Rewşa zehmet û xirab li Helebê neçar kir ku Qasim ji bajarê xwe derkeve, ji ber ku wî nikarîbû karê xwe bi aramî birêve bibe. Êdî ew hate Dîlokê.
Qasim dibêje; "Bi rastî ez çûme piraniya welatên Ereban. Ez lê geriyame û gelek dost û nasên min hene. Min dikarîbû karê xwe veguhêzim wan deran, lê ji ber ku Dîlok bi 90 kîlometreyan ji Helebê dûr e û ew gelekî hevşêweyî Helebê ye û hêviyên min ew e ku rojekê Heleb aram bibe ez vegerim warê xwe, lewma ez hatim Dîlokê."
Zarokên Ebdulqadir Qasim fêrî vî karî bûne. Dîlok jî bajarê herî baş bû ku wan berê xwe dabûyê. Ew dibêje; "Me ji berê ve bazirganî bi Dîlokê re dikir. Ez hinekî vê derê de nasdikim û xelkê vê derê baş û alîkar in. Ez gelekî bi xerîbiyê hest nakim. Ew gelekî nêzîkî Helebê ye, lê dîsa ti dever nabe weke welatê mirov."
Hostayê çêkirina cilik û mehfûran çaverê ye ku şer li Sûriyê bidawî bibe û Heleb jî aram bibe ji bo ku ew tevî malbata xwe vegerin cih û warên xwe.
Bi nerîna Qasim, ti dever nabe weke welatê mirov, bi taybetî Heleba ku ew lê mezin bû û bîranînên wî lê hene.
Rudaw