• Friday, 28 June 2024
logo

Pîrtirîn jina cîhanê, kurdeka êzîdî ye – 130 salî ye!

Gulan Media January 10, 2017 Corane
Pîrtirîn jina cîhanê, kurdeka êzîdî ye – 130 salî ye!
Derket holê ku pîrtirîn jina cîhanê, jineka kurd a êzîdî ye û temenê wê jî 130 sal in, lê heta niha navê wê di pirtûka Guinnessê de nehatiye tomarkirin.

Pîrejina bi navê Rewş Qasim Husên, ku jinene kurd a êzîdî ye û ji ber şerê DAIŞê koçber bûye û niha li kampa Keber-2 ya Duhokê dijî, sala 1887 li gundê Dikorê yê nahiya Sinûnê ya Şingalê ji dayîk bûye. Bi vî rengî temenê 130 sal in.

Li gorî belge û agahiyên fermî, Rewş Qasim Husên niha pîrtirîn jina Kurdistan û cîhanê ye.

Rewşê ji heftenameya Basê re behsa jiyana xwe kiriye û gotiye, ez gelekî birya gundê xwe dikim ji ber ku hemû jiyana min li wir derbas bûye. Dûrketina ji gund bûye keser di dilê min de.

Wê pîrejina kurd her wiha gotiye, me li gund pez, dewar û mirîşk xwedî dikir. Em mîna zilaman dixebitîn. Me jiyana zarokên xwe wisa dabîn dikin.

Derheqê tenduristiya xwe de jî Rewşê gotiye, tenduristiya min pir baş e tenê çavên min lawaz bûne. Ew jî eger hikûmet alîkariya min bike çavên min dê baş bibin. Ez cixarê dikşînin lê niha jî dikarim rojane 15 km bimeşim. Helbet min li gund xwarina tendurist dixwar û ez hertim di nav hereketê de bûm. Ji ber wê jî em niha li ser xwe mame.

149 zarok, nevî û nevîçirkên Rewşê hene û heta niha jî bi nevî û nevîçirkên xwe re şa dibe û wan li dora xwe kom dike.

Mixabin heta niha navê Rewşê wek pîrtirîn jina cîhanê di pirtûka Guinnessê de nehatiye tomarkirin.

basnews
Top