• Friday, 28 June 2024
logo

Şaciwana cîhanê ji bo zarokên şehîdan alîkarî komdike

Gulan Media December 29, 2016 Corane
Şaciwana cîhanê ji bo zarokên şehîdan alîkarî komdike
Şaciwana duyemîn a cîhanê ji bo sala 2016êNîna Mûrad, li Awûstûralyayê ji bo zarokên şehîdan û yên bêkes cil û pêwîstiyan kom dike û bi rêya rêxistinên zarokan dişîne Kurdistanê.

Şaciwana duyemîn a cîhanê Nîna Mûrad ji Rûdawê re ragihand; “Biryare roja 29ê Kanûnê (wate îro) bi tonan cil û bergan û herwiha pêwîstiyên xwendekaran ji Awûsturalyayê bişînin Kurdistanê. Me ev pêwîstî li gelek deverên Awûsturalyayê kom kirin û em ê wan bigîhinin destê zarokên şehîdan û herwiha zarokên bêkes û bê xwedî.”

Nîna Mûrad herwiha eşkere kir, ku ew plan dikin bi rêya alîkariyên hatine komkirin çend dibistanên li navçeya Ranyayê jî nûjen bikin û got; “Emê vê yekê jî bi alîkariya rêxistinên zarokan ên li Herêma Kurdistanê bikin.”


Nîna Mûrad tenê ji bo alîkariya zarokên kurd kar nake, herwiha ji bo zarokên flîpînî jî alîkariyan kom dike. Ew dibêje; “Biryare ligel hinek rêxistina alîkariyan bigihînin zarokên flîpînî jî.”

Nîna Mûrad 21 salî ye û xelka navçeya Ranyaya Silêmaniyê ye. Di beşên perwerde û zanist de du zanîngeh xwendine.

Rudaw
Top