• Friday, 28 June 2024
logo

HEWLÊR – Şahciwana Mirîşkên Kurdî tê hilbijartin

Gulan Media December 23, 2016 Corane
HEWLÊR – Şahciwana Mirîşkên Kurdî tê hilbijartin
Li nahyeya Quştepe ya Hewlêrê pêşbirka Şahwiwaniya Mirîşkên Kurdî birêve diçe û nêzîkî 50 mirîşk û dîkan beşdarê pêşbirkê dibin.

Yek ji beşdarê pêşbirkê ku xwediyê kêlgehekê mirîşkan e, hemwelatiyê bi navê Mesûd e.

Mesûd ji Rûdawê re ragihand; “Ev yekemîn car e ku li Herêma Kurdistanê pêşbirkek wiha tê sazkirin. Her kesek dikare bi mirîşk an jî dîkekê beşdarê pêşbirkê bibe. Lê divê mirîşk û dîk yên kurdî bin.”

Di rêwresmê de dê xwediyê mirîşk an jî dîka yekemîn xelatê werbigre. Herwiha tê gotin, ku dê ev pêşbirk bandorekî erênî li bazara mirîşkan jî bike.

Hemwelatî Mesûd da zanîn, ku di pêşbirka îsal de tenê mirîşkên li dora Hewlêrê beşdar dibin lê pêşbînî dikin di salên pêş de li seranserê Kurdistanê beşdarbûn çêbibe.

Rudaw
Top