• Friday, 28 June 2024
logo

Mişkan zaroka 3 mehî xwar!

Gulan Media December 22, 2016 Corane
Mişkan zaroka 3 mehî xwar!
Jineke ji Afrîqaya başur zaroka xwe ya 3 ê mehî şevekî tenê li mal dihêle û diçe derve piştî demek dirêj dema dizivire rastî buyereke ecêb tê.

Vê jinê navê xwe neda diyar kirin. Ev jine 26 salî ye ji bo çuyîna şahiyê ji cêvîkên xwe yê kur li gel xwe dibe û keçikê jî li mal de dirazîne. Berbi sibehê bi rengekî Alkolîk dizivire mal û di jiyana xwe de rastî buyereke herî xirab tê.
Şahidekî vê buyera sosret bi van gotinan tîne ziman.’’ Zaroka feqîr çav û tiliyên wê ji aliyê kotinkeran (kemirgen)ve hatibun xwarin. Hindek perçeyên zaroka biçuk windane. Me di beşeke mayî ya laşê zarok de gez kirina mişkên mezin û birîn ferq kir. Divê ev jin di girtîgehê de birize. Nabe destur ji dayîktî kirina wê re bê dayîn.’’

Ev jina ku hatiye bin çav kirin wê di vê salê de derkeve dadgehê. Ji wan zarokên cêvîk yê kur ku jiyan dike, wê li gel bavê xwe Guetin bimîne. Bavê 28 salî dibêje,’’ dayîka zarokên min heskiriya min ya berê ye. Keça me ji ber kêfa xwe li mal de bi tenê hişti ye. Dema ku hatiye mal jî keça me di wî halî de dîtiye.’’ Bê berpirstiya vê jinê bu sedem ku ji aliyê cîranan ve jî bertek bibarin. Heman kesên ku di wê taxê de jiyan dikin dibêjin ku ew jin hertim derketiye derve û bi zarokên xwe re qet mijûl nebu ye.

Buyereke bi vî rengî sala 2011 li Cape Town ê de jî hatibu jiyan kirin. Lunathi Dwatwa ya 3 salî jî dema li gel ser erdê dirazê û ji aliyê mişkanve tê xwarin.

Basnews
Top