• Friday, 28 June 2024
logo

Jina Misrî ya 500 kîloyî ji bo emeliyatê diçe Hindîstanê

Gulan Media December 14, 2016 Corane
Jina Misrî ya 500 kîloyî ji bo emeliyatê diçe Hindîstanê
Li gor gotinên malbata Eman, keça wan ya 500 kîlo 20 sale ku di odeyekî de ye û pir kêm dikare derkeve devre.

Eman a 36 salî ku bi alîkariya xweşka xwe Şaima dikare pêwîstiyên xwe pêk bîne, berî 2 salan ji ber sedema derbas kirina felcekî nikare biaxive.

Şaima ji bo ku alikariya xweşka xwe bike li ser medya ya civakî kampanya yek destpê kir û dengê xwe gihand bijîşkekî Hindîstanî.

Bijîşkê bi navê Lakdavala dike armanc ku bi hindek emeliyatan kîloya Eman daxe 100 dî de. Bijîşk Lakdavala ji CNN International re axivî û got rewşa Eman Ehmed ana weke bombeyeke ku dijî û her demekî dikare biteqe.

Eman di zaroktiya xwe de pirsgirêka Tiroit jiyan dike. Dema ji dayîk buye 5 kîlo bu ye. Di 11 saliya xwe de dest bi kîloya zê de kiri ye.

Şiman dibêje ku xweşka wê rexmê her tiştî dîsa jî hertim kêfxweş bu ye lê ji ber vê rewşê çend salê dawî ne ku hatiye gohertin. Eman ku dibe 300 kîlo ji ber bilind buna Kolestrolê hişê xwe ji dest dide.

Piştî ku di bedena Eman de av kom dibe di demeke kêm de dibe 500 kîlo.Ji ber ku balafireke normal ji bo Eman bê derfete û tuneye, ji ber wê jî ambulanseke ezmanî ji bo wê hatiye amade kirin.

Ji aliyekî din de jî ji ber ku Eman misilmane, ji bo wê jî tîmeke tendurustiyê tenê jin hatine amade kirin.

Bijîşk Lakdavala tîne ziman ku Eman Ehmed metirsiyeke mezin hildigre. Her çend emeliyata Eman bi serkeftî derbaz buye jî lê bijîşk dibêje pêwîste bi mehan li Mumbai yê de divê di bin kontrolê de be. Herweha bijîşk Lakdavala ku armanc dike kîloya Eman daxe 100 dî de, dibêje piştî emelyatê pêwîste 3 sal û nîv derbas be.

Li gor pirtûka rekoran a Guinnessê jî jina herî bi wezin û bi kilo jina Amerîkayê ya bi navê Pauline Potter e.

Basnews
Top