• Friday, 28 June 2024
logo

Bankera kurd Narîn Nadirova li Qazaxistanê hat xelatkirin

Gulan Media December 12, 2016 Corane
Bankera kurd Narîn Nadirova li Qazaxistanê hat xelatkirin
Bankera kurd Narîn Nadirova li Qazaxistanê di warê bankageriyê de weke kesekê serkevtî hat naskirin û bi medalyaya serfiraziyê ya wî welatî hat xelatkirin.

Îsal 25emîn salvegera avakirin û serxwebûna dewleta Qazaxistanê bû. Bi boneya vê rojê, cara yekem xelatek li ser sermayedar û bankageriyê hate dayîn.

Di 25 saliya serxwebûna dewleta Qazaxistanê de, Banka Navendî Ya Qazaxistanê jî 25 saliya xwe pîroz kir. Di vê salvegerê de cara yekem ‘Bankerên Serkevtî Yên Qazaxistanê’ bi medalya û serfirazînameyan hatin xelatkirin.

Bi piranî Qazax û Rûs, ji bo 25 saliya avakirina dewletê û Banka Navendî ya Qazaxistanê, 25 kesên herî serkevtî hatin xelatkirin. Di nav wan 25 kesan de, bankera kurd Narîn Nadirova jî hebû û serfirazînameyk pêşkêşî wî hate kirin.

Nadirova li ser xelata ku stand ji Rûdawê re ragihand, di tarîxa Dewleta Qazaxistanê de cara yekem e ku xelateke wiha tê dayîn û ew serfiraz û serbilind e ku weke ‘kurdekê’ ev xelat wergirtiye.

Xelata ‘Bankerên Herî Baş Ên Salê’ ji îsal û pêve dê her sal li Qazaxistanê were pêşkêşkirin.

Nadirova diyar kir, ku wergirtina xelateke wiha ji bo wê serbilindî ye, lê serbilindiyeke mezintir ew e ku ew hewl dide ji bo welat, milet, çand û zimanê xwe karên civakî û kulturî bike.

Di merasîma xelatkirina bankeran de, hejmarek ji wezîrên dewletê û 6 serokên Banka Navendî ya wî welatî ku di 25 salên dawî de kar kirine, jî amade bûn. Narîn Nadirova jî xelata xwe ji destê yek ji wan serokan wergirt.

Narîn Nadirova: Rabirdoyeke serkevtî

Narîn a Kinyazê Hemîd ango Narîn Nadirova 20 sal e ku li bajarê Alma Atayê karê fînans û bankegeriyê dike. Narîn Nadirova piştî xilaskirina zanîngehê dest bi kar kiriye û heta niha bi awayeke gelek serkevtî karê xwe berdewam dike.

Narîn Nadirova, xwandina xwe li du zanîngehan kiriye. Yek jê Zanîngeha Neteweyî ya Qazax (Kazakh National University) e. Di vê zanîngehê de şeş salan di Beşa Biyolojiyê de xwandiye. Xwandina xwe ya din jî çar salan li Beşa Fînans û Bankegeriyê ya Akademiya Aboriyê de kiriye.

Nadirova li ‘Home Credit Bank Czech Republic’ di pileyeke bilind de kar dike ku ev banke li Dewleta Çekyayê bankeke navdar e. Banka navborî li gelek welatên dinyayê şaxeyên xwe vekirine.

Ev bankeyeke gelekî navdar e û tenê li Qazaxistanê bêhtirî pênç hezar xebatkarên wê hene.

Narîn Nadirova li seranserê dewleta Qazaxistanê weke Cîgira Rêvebira Giştî û Endama Şêwra Rêveberiya Giştî ya vê bankê kar dike. Narîn Nadirova li seranserê dinyayê, li bajarên wekî Viyana, Stenbol, Prag, London û gelek deverên din, derbarê bankegeriyê de rahênan dîtiye û li gelek deverên dinyayê beşdarî gelek çalakî, seminer û konferansan bûye.

Bankeger û fînansgera kurd a serkeftî Narîn Nadirova çendek berê daxuyanî dabû çapemeniya kurd û ji Alma Ataya paytexta Qazaxistanê bang li rêveberiya Herêma Kurdistana Federal kiribû û gotibû ku ew amade ye di her warî de di warê jêrxan û geşedana bankageriyê de ked û emega xwe serf bike. Nadîrova wiha gotibû:

“Bi salan e bi kêfxweşî û handaneke mezin li vî welatê 5 hezar kilometre ji welatê bav û kalên xwe dûr, li ser sînorê Çînê karê fînans û bankageriyê dikim. Niha welatê min ber bi dewletbûnê ve diçe, di her warî de sazîbûn pêk tê û bingeha dezgehên bankageriyê jî tê danîn. Di vî warî de çi bar bikeve ser milên min dixwazim pêk bînim û keda xwe tevli dewlemendî û dewletbûna welatê xwe bikim.”

Bankera kurd narîn Nadîrova li gorî geşedan û kiryarên siyasî û civakî hewl dide ku li Kurdistanê jêrxana (xîmê) bankegeriya modern bike û di vî warî de têkilî û danûstandinên wî bi Rêveberiya Hikûmeta Kurdistana Federal re hene.

Hêjayê gotinê ye ku Nadîrova ji bo karên civakî û kulturî dezgehek jî ava kiriye û ev dezgeh kar û barên xwe li çend welatan berdewam dike.

Rudaw
Top