• Friday, 28 June 2024
logo

Lîstikvanên Arsenalê meaşên xwe didin koçberan

Gulan Media December 10, 2016 Corane
Lîstikvanên Arsenalê meaşên xwe didin koçberan
Lîstikvanên tîma îngîlîzî Arsenalê biryar dane ku meaşê xwe yê rojekê, bi armanca alîkariyê bişînin koçberên Iraqê re.

Lîstikvanê Arsenalê Auron Ramsey li ser navnaîşana xwe ya tora civakî ya facebookê wêneyê zarokekî iraqî yê bi navê Malîk parve kiriye, ku formayekî bi navê wî li ber kiriye û topek di destê de ye.

Ramsey li ser vê parvekirinê jî nivisiye; “Lîstikvanên Arsenalê dê meaşê xwe yê rojekê bidin dezgeha xêrxwazî ya Arsenalê da ku ji bo alîkariya penaberên Iraqê yên nav kampan bişîne.

Ji aliyê din ve di gera 15 a xula Premîer Lîgê de îro tîma Arsenalê di mala xwe de mêvandariya tîma Stoke City dike.

Rudaw
Top